Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd, bi daxuyaniyeke hevpar di 13’yemîn salvegera mirina wêjekar û nivîskar Mehmet Ûzûn de, Ûzûn bi bîr anîn. Di daxuyaniyê de komeleyan qala jiyana Ûzûn a li sîrgûnê û xwedîderketine wî ya li zimanê kurdî kirin û dan zanîn ku li rojên xwe yên sirgûnê de jî xwedî li zimanê kurdî derketiye û vê xwedî derketinê weke stargehekê ditiye. Komeleyan bal kişandin ser xebatên Ûzûn ên wêjeyî û destnîşan kirin ku bi berhemên xwe Ûzûn bandor li civakê kiriye. AMED