Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

‘Peymanên bêyî îradeya gelê Şengalê nayên qebûlkirin’

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê der barê peymana navbera Iraqê û hikûmeta başûrê Kurdistanê de ya li ser Şengalê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Di 9’ê Cotmehê de bi navê hikûmeta Iraqê û hikûmeta başûrê Kurdistanê hate ragihandin ku li ser paşeroja Şengalê li hev hatiye kirin. Detay û aliyên peymanê bi berfirehî hîn nehatine aşkerakirin. Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku haya wan ji vê lihevkirinê nîne, li derveyî îradeya wan biryar hatiye stendin û di hevdîtin û lihevkirinê de cih ji wan re nehatiye dayîn. Îradeya xwe ragihandin ku wê biryareke ku Rêveberiya Xweser a Şengalê û gel di nav de nîne qebûl nekin. Civaka êzidî, partiyên êzidî, bi dehan parlamenterên ıraqî û eşîran bi daxuyaniyan pişgirî dan vê daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê. Lewma em piştgiriyê didin daxuyaniyên xwediyên esasî yên Şengalê, îradeya Şengalê û rêveberiya Xweser.

Nayê qebûlkirin ku yên êzidî di nav komkujiyê de hiştin biryaran werbigirin

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de dema ku DAIŞ’ê êrîş kir, ên ku civaka me ya êzidî di nava komkujî û fermanê de hiştin, nayê qebûlkirin ku zarokên Şengalê yên Şengal rizgar kirine weke li derveyî qanûnan û hêza divê bê derxistin pênase bikin. Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê rewa ye û fermî ye. Yên ku civaka êzidî di nava qirkirinê de hiştin û reviyan, radibin ên ku civaka êzidî parastine weke ‘hêza divê bê derxistin’ pênase dikin ku ev yek ne siyasî ye, ne exlaqî ye, ne mirovî ye ne jî wijdanî ye. Yên ku bûn sedem ku jinên êzidî li bazarên koleyan bên firotin, nabe ku têkildarî civaka êzidî û Şengalê biryarê bidin.

Tê wê wateyê ku ferman û komkujî dê dema bê jî bidomin

Peyman û hevdîtina ku Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û gelê Şengalê di nav de nîne, tê wateya nenaskirina îradeya civaka me ya kurdên êzidî ya li Şengalê. Felaketeke hîn mezintir e ku ev yek di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de tê kirin. Hevdîtin û peymanên ku li pişt deriyan, bi dîplomasiyeke veşartî bi şêweyê ‘min kir û bû’, tê wê wateyê ku dema bê wê ferman û komkujî li ser civaka me ya êzidî dewam bikin.

Em van daxuyaniyan şermezar dikin

Çapemeniya PDK’ê mîna navenda şerê taybet propagandayê dike û dibêje ‘hêzên PKK’ê yên li herêmê wê bên derxistin’. Bi vê propagandaya xwe nîşan dide ku armanca vê lihevkirina veşartî çi ye ku gelê Şengalê ne di nav de ye. Gerîlayên HPG’ê piştî ku civaka me ya êzidî ji ferman û qirkirinê rizgar kirin, parastina Şengalê radestî hêzên YBŞ/YJŞ’ê kirin ku ji şêniyên êzidî yên herêmê pêk tên û ji herêmê vekişiyan. Em van daxuyaniyan şermezar dikin ku parçeyek ji propaganda qirêj û reşkirinê ya dewleta tirk e.

Tiştekî gelekî xwezayî ye ku rêveberiya xweser a ku civaka êzidî ya Şengalê bi rêya wê xwe bi xwe birêve dibe, di nîqaşên li ser paşeroja wan de bibe aktorê bingehîn. Şert e ku pêvajoya hevdîtinê û biryardanê ya bi beşdariya rêveberiya xweser bê meşandin ku ev rêveberî îradeya gelê Şengalê ye. Helwestên li derveyî vê yekê metirsîdar in û nayên qebûlkirin.

Divê gele me li her cihî bikeve nava liv û tevgerê

Pêwîst e gelê me li her cihî li dijî vê rewşê helwestê nîşan bide û bikeve nava liv û tevgerê. Jixwe 6 sal in sîstemeke parastin û rêvebirinê ya li ser bingeha xweseriyê li Şengalê heye. Heta ku ev yek bi peymanên nû bê qebûlkirin divê bênavber têkoşîn bê meşandin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û mekanîzmayên navneteweyî dikin ku li hemberî van helwestên şaş ên ku li ser jiyan û paşeroja civaka me ya êzidî metirsîdar in, helwestê nîşan bide.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar