Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

‘Tirkiye êrîşên li ser sivîlan koordîne dike’

Rojek piştî agirbesta di navbera Ermenistan û Azerbeycanê ya li Moskovê pêk hat de, Wezareta Parastina Ermenistanê ragihand ku Îsraîl û Tirkiye dronên şer şandine Azerbeycanê.

Wezîrê Parastinê Artsrûn Hovanîsyan ku li ser facebookê daxuyanî da got ku Îsraîl û Tirkiye di bin navê alîkariya mirovî de dronan dişinin Azerbeycanê.

Her wiha hate teqezkirin ku yekîneyên girêdayî fermandariya hêzên hewayî yên tirk li Qerebaxa Jorîn bombebaranên li hemberî sivîl û jêrxanên sivîlan koordîne kiriye.

Dîsa di daxuyaniyê de hatiye gotin ku, ‘Yekîneyên girêdayî fermandariya hêzên hewayî yên tirk di bingeha hêzên hewayî yên Azerbeycanê dixebite û dronên Tirkiyeyê kontrol dike. Dron li kêleka 6 balafirên F-16 li Artsah’ê (Komara Qerebaxa Jorîn) êrîşê sivîl û jêrxanên sivîlan dike.”

Hikûmeta Ermenistanê pir caran dabû xuyakirin ku Tirkiye bi awayekî rasterast tev li şerê li hemberî Qerebaxa Jorîn bûye. Li gel dron û balafirên dewleta tirk, gelek çeteyên ji Sûriyeyê û deverên din jî veguhestiye Azerbeycanê. Bi dehan ji wan çeteyan li Qerebaxa Jorîn hatine kuştin.

Dîsa Ermenistanê roja 1’ê cotmehê sefîrê Îsraîlê jî vexwendibû. Îsraîl bi firotina çekan ji Azerbeycanê re tê tawanbarkirin. ERÎVAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar