Mûma derewan û rastiyên têkoşînê

Gelek pisporên siyasî, civakî û aborînasan diyar dikirin ku êdî komara Tirkiyeyê (KT) hatiye dawiya rê, her ku diçê wê qeyrana heyî kûrtir dibe....

Dema Bahçelî jî qediya

Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî di serê cotmehê de bi silavekê re rojev guhert. Ew silava ku da DEM Partî kete rojevê û her kesî...

Mûma derewan û rastiyên têkoşînê

Gelek pisporên siyasî, civakî û aborînasan diyar dikirin ku êdî komara Tirkiyeyê (KT) hatiye dawiya rê, her ku diçê wê qeyrana heyî kûrtir dibe....

Dema Bahçelî jî qediya

Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî di serê cotmehê de bi silavekê re rojev guhert. Ew silava ku da DEM Partî kete rojevê û her kesî...
Pazar - 10 Kasım 2024

Mûma derewan û rastiyên têkoşînê

Gelek pisporên siyasî, civakî û aborînasan diyar dikirin ku êdî komara Tirkiyeyê (KT) hatiye dawiya rê, her ku diçê wê qeyrana heyî kûrtir dibe....

Dema Bahçelî jî qediya

Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî di serê cotmehê de bi silavekê re rojev guhert. Ew silava ku da DEM Partî kete rojevê û her kesî...

Mizrakli: Kurd hêmanê bingehîn ê vê ernîgariyê ne

Yekemîn danişîna doza bi îdîaya ‘Propagandeya rêxistinê kirin’ a derbarê Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli de, hatibû vekirin li 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin.  Mizrakli yê ji ber dosyeyeke din girtiye û qeyûm tayînê cihê wî hat kirin, ji Girtîgeha Hejmara T 2 ya Bunyan a Qeyseriyê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.

Mizrakli di îdîanameya derbarê wî de hat amadekirin de, bi xebatên xwe yên di nava Rêxistina HDP’ê ya Amedê de, parvekirina xwe ya twîtter a derbarê aktîvîstê kurd Ramîn Hosseîn Penahî yê li Îranê hatibû darvekirin, tev li şînê bûyîn, tev li daxuyaniya têkildarîdar operasyona 9’ê cotmehê ya li dijî HDP’ê pek hat bûyîn, tev li konferansa ‘Krîza Rojhilata Navîn û Çareseriya Neteweya Demokratîk’ a HDP’ê bûyîn û piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven’ hat sûcdarkirin.

Mizrakli, piştî danasîna nasnameyê dest bi parastina xwe kir û wiha got: “Ji ber peywira min a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê mafê destnedayîna min rabû. Dûre hemû fezlekeyên hatibûn amadekirin, veguherandin dozê. Ger tirs û gumaneke we hebe, hûnê li gorî wê bitirs nêz bibin. Ger tirs û gumaneke we tune be jî, hûnê bi cesaret karê xwe yê mafdar bi rêve bibin. Dema roja wê hat jî, hûn derkevin û parastina xwe bikin. Rewşa me jî niha wisa ye. Ger di vê mijarê de gumaneke min hebûya, min ê dest ji parlamenteriyê bernedaba û min ê wekîltiya xwe dewam bikira.”

‘Her hûn rêwiyên heqîqetê bin divê hûn biparêzin’

Mizrakli da zanîn ku wî salên dirêj li Amedê karê bijîşktiyê kir û wiha pêde çû: “Ger qeyûm tayînî cihê min nehatiba kirin, min ê niha di vê pêvajoya pandemiyê de alîkariya gelê xwe bikira. Lê niha ez girtî me û tenê dikarin bi SEGBÎS’ê beşdarî dadgehê bibim. Ez 52 salî me. Ligel van hemûyan jî, min ev peywir girt ser milê xwe. Ger hûn rêwiyên heqîqetê bin û jê bawer dikin, divê di her rewşê de hûn wê biparêzin.”

Navenda çareseriyê

Di berdewama parastina xwe de Mizrakli ev tişt anî ziman: “Em her tim dibêjin, navenda çareseriya pirsgirêka kurd her tim meclis û Enqere ye. Ji bo vê pirsgirêkê çareseriyek kolektif pêwîst e. Em li vî welatî dijîn. Kurd hêmanê bingehîn ê vê erdnîgariyê ye. Li Çanakkalê xwîna mirovan tev li hev bû û dil hemû bûn yek. Di avakirina vê komarê de kurd û tirk li kêleka hev şer kirin. Em behsa komarekê hevpar dikin.”

Şandeya dadgehê dewlet parast

Serokê dadgehê axaftina Mizrakli birî û wiha got: “Hûn her  tim yek alî li vê pêvajoyê mêze dikin. Ji xwe ev bûyer li ber çavên her kesî pêk hat. 45 deqe ne hûn diaxivin. We derbarê îdîayan de, tenê behsa xebatên xwe yên siyasî kirin. Têkildarî çalakiyan we hîna tiştek negotiye. Ji axaftina siyasî re êdî bes e.”

Parêzera Mizrakli Şevîn Kaya ket navberê û wiha bersiva serokê dadgehê da: “Hûn bi awayekê yek alî li muwekîlê min mêze dikin. Ger hûn aliyên xwe diyar bikin, wê muwekîlê min jî parastina xwe dewam bike. Gelo hûn muwekîlê min bi çi tawanbar dikin? Em dixwazin ku hûn axaftina muwekîlê me nebirin.”

Mizrakli yê ku dest bi parastina xwe, du carên din axaftina wî hat birin û serokê dadgehê ji Mizrakli re got, ‘Em li vê derê siyasetmedaran nadarizînin.”

Mizrakli herî dawî mafê axaftinê girt û wiha got: “Divê hemû kes li hiqûqê wekhev bin. Min behsa wijdan û edaletê kir. Divê xebatên min ên siyasî, di aliyekê din ve neyên birin. Di tevahiya jiyana xwe de, ez yek alî nêz nebûm.”

Parêzeran piştî parastina Mizrakli, ji bo ku derbarê dosyayê de parastineke berfihe bikin, dem xwestin.

Şandeya dadgehê, piştî navberek kurt biryar da ku dosyayê ji dozger re bişînin da ku mutalaya xwe amade bike û danişîn taloqî 13’yê çileya 2021’an kir. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar