Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Piştî polîsan bi ser malê de girt lal bû

Di operasyona li Qersê de ku di 1’ê Cotmehê de hatibû kirin, Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca û endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP’î û endamên Meclisa Giştî ya Bajêr jî di nav de 21 kes hatibûn binçavkirin û ji van kesan 16 jê hatibûn girtin. Yek ji van kesan jî Endamê Meclisa Şaredariya Dîgorê Hamît Taşdelen bû. Gava polîs davêjin ser mala Taşdelen keça wî Şîlan Taşdelen a 10 salî ku astengdar e ditirse û heta ji ber vê lal dibe.

Dayik Gulşen Taşdelen anî ziman ku polîsan saet di 4’ê sibehê de avêtiye ser mala wan û heya çûne derî vebiki polîsan derî şikandiye û wiha got: “Mal serobino kirin. Jixwe hevjînê min Hamît Taşdelen ji qelbê xwe nerihet e. Hevjînê min serdevkî dirêj kirin û ew binçav kirin. Keça min a biçûk a astengdar di dema avêtin ser malê de pir tirsiya û ji tirsa zimanê wê hew geriya.”

Tim pirsa bavê xwe dike

Taşdelen da zanîn ku niha keça wê hêdî hêdî dest bi axaftinê kiriye, tim pirsa bavê xwe dike û diyar kir ku her cara ku deriyê wan lê dikeve keça wê ditirse û wiha domand: “Gava polîsan avêt ser malê, li hemû odeyan geriyan. Lihêfên keçên min jî rakirin. Min ji wan xwest bila hinekî hurmeta wan ji mehremiyeta mirovan hebe. Gava keça min dît bavê wê li erdê dirêj kiriye pir tirsiya. Hîn jî ditirse. Her şev pirsa bavê xwe dike. Xew bi çava nakeve. Her cara ku derî lê dikeve pir ditirse.”

Di axaftina xwe de Taşdelen anî ziman ku piştî hevjînê wê hatiye girtin tevî 4 keçên xwe maye û wiha got: “Tenê hevjînê min dixebitî. Rabûn wî jî girtin. Îja em ê niha çi bikin ez jî nizanim.

Her wiha Taşdelen diyar kir ku hevjînê wê nexweş e, gava polîsan hevjînê wê serdevkî dirêj kiriye ji wan re gotine nexweş e lê cardin destên wî ji paş re kelemçe kirine û da zanîn ku bi qasî parêzer dibêjin di dosyeya hevjînê wê de tu sûcek tuneye û xwest tenduristiya hevjînê wê esas bê girtin û demildest bê berdan. QERS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar