Cenazeyê Endamê Konseya Biryargeha HPG’ê û Fermandarê Qada Botanê Vahiyettîn Karay (Egîd Civyan) ku di 11’ê îlonê de li çoltera gundê Andiçen ê girêdayî navçeya Şaxê ya Wanê di şerekî de şehîd bibû, duh bi şev ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tipa Edlî ya Wanê hat girtin. Malbatê piştî ku cenazeyê lawê xwe girt, ber bi gundê Civyan ê girêdayî navçeya Geverê ya Colemêrgê bi rê ket.
Bi sedan leşker berî kar û barê definkirinê gund kirin bin dorpêçê. Leşkeran ji bo definkirina cenazeyê tenê destûr dan 3 endamên malabatê û cenazeye Civyan di bin dorpêça leşkeran de hat definkirin. WAN