Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Li dijî planên gemarî banga xwedîderketina Şengalê

Navenda Nûçeyan |

Roja 9’ê Cotmehê di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û herêma Kurdistanê de peymanek hat îmzekirin. Li gorî vê peymanê dê hêzên ku dema êrîşên DAIŞ’ê de ji Şengalê reviyan û di serî de civaka êzidî gelên wir di destê çeteyan de hiştin, vegerin Şengalê û hêzên ku ji aliyê gelê Şengalê ve hatine avakirin û wan parastine ji Şengalê bên derxistin. Lê tişta herî balkêş ev e ku ev peyman roja 9’ê Cotmehê yanî roja komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatî, hat îmzekirin û Meclisa Demokratîk a Xweser a Şengalê tev li hevdîtinan nebû.

Di serî de civaka êzidî gelek aliyên kurd bertek nîşanî vê peymanê dan û vê peymanê wek domandina qirkirina civaka êzidî penase kirin.

Têkildarî komploya li ser Şengalê Dîwana Hevseroktiyê ya KCDK-E’yê daxuyaniyeke niviskî weşand û banga xwedîderketina Şengalê kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hikûmeta Iraqê û rêveberiya Başûr vîna gelê Şengalê tune dihesibînin û bi peymana ku di nav xwe de îmzakirine, plan dikin ku Şengalê dagir bikin û wiha hate gotin: “Ev peyman komployeke nû ye ku xizmetê ji stratejiya dewleta tirk re dike. Ev peyman lîstikeke bi taloke ye ku başûrê Kurdistanê, rojava û hemû Kurdistanê dike hedef. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê qira êzidiyan dianî, jin direvandin û tecawiz dikirin, hemû nirxên dîrokî û çandî tune dikirin PDK ya ku li pey xwe nenêrî û reviyayî û hikûmeta Iraqê ku çavê xwe li vê girtî rê li jenosîdên nû vedike, ya ku DAIŞ’ê nekarî bi cih bîne. Ne hikûmeta Iraqê û ne jî rêveberiya herêmî ya başûrê Kurdistanê li ser Şnegalê ne xwedî wî heqî ne ku gotinekê bibêjin.”

Bêdengmayîn pejirandina komkujiyên nû ne

KCDK-E’yê diyar kir ku divê her kes hurmet nîşanî vîna gelê Şengalê bide û ev tişt anî ziman: “Tu peymaneke ku ji Meclisa Demokratîk a Xweser a Şengalê ne di nav de be, ji hêla kurdên êzidî, gelê Kurdistanê û mirovahiya xwedî wijdan ve nayê qebûlkirin. Li dijî vê plana gemarî di serî de saziyên kurdistanî, rewşenbîr û hunermend divê li dij derkevin. Bêdengmanyîn pejirandina komkujiyên nû ne.”

Her wiha KCDK-E’yê herî dawî bang li gelê kurd, dostên kurdan û mirovahiyê kir ku li dor Şengalê xeta berxwedanê ava bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar