Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

PDK amadekariya valakirina Şengalê dike?

Mihemed Seydî |

3’yê Tebaxa 2014’an ya li ser Şengalê êrîşeke hovane pêk hat. Ew jî Fermana 73’yan a bi serê civaka êzidî ve hatibû.

Hevkarê vê komkujiyê jî, çekdarên PDK’ê yên ku li Şengalê bûn û beriya êrîşê ji wir reviyan. Hikûmeta navendî ya Iraqê jî pareke xwe ji vê komkujiyê digire. Ji ber ku ew qala sînorê serweriya Iraqê dike lê di 3’yê Tebaxê de pêşî li komkujiyê negirt. Wê demê gerîlayên Kurdistanê xwe gihandin çiyayê Şengalê û şervanên YPG’ê koorîdora xilaskirina ji komkujiyên mezintir ji xelkê Şengalê re vekir. Bi pêşengiya fermandarê gerîla Egîd civyan ku bûn xilaskerê xelkê Şengalê, hêvî ava bû. Gerîla piştî ku erka xwe pêk anîn, di adara 2018’an de fermî ji Şengalê vekişiyan û parastina wê radestî hêzên Şengalê YBŞ’ê kir.

Dewleta tirk a ku bi hemû rengî dijminatiya gelê kurd dike, tevgera xwe ranawestîne. Carna bi DAIŞ’ê êrîş dike, carna bi xwe êrîş dike û dema ku mecal nakeve wê, li Başûr bi PDK’ê û li Rojava jî bi ENKS’ê dikeve nava tevgerê.

PDK’ê xistiye tevgerê û dixwaze hêza civaka êzidî YBŞ’ê ji holê rake, li Rojava jî rê nîşanî ENKS’ê dide ka çawa sîstema li Rojava xirab bike.

Ya dîsa bal dikişîne ku beriya êrîşa DAIŞ’ê li ser Şengalê pêk were, PDK xendek di navbera Başûr û Rojava de koland. Niha qereqolan di navber Rojava û Başûr de ava dike.

Heta niha tu aliyan ango PDK û hikûmeta navendî ku berpirsên komkujiya li Şengalê ne, lêborîn jî ji xelkê Şengalê nexwastiye, berovajî wê peymanên bê ku îrade û daxwaza xelkê Şengalê nas bikin û bipirsin îmze dikin. Dîroka vê peymanê jî balê dikişîne.

Ev dîrok 9’ê Cotmehê ye. Hem salvegera komploya navnetewî ya di şexsê Rêber Ocalan de li ser gelê kurd û heman demê de salvegera êrîşên dagirkeriyê ya li ser Serêkaniyê û Girê Spî ye ku bi destê dewleta tirk pêk hat.

Yên ku rewşa Iraq û têkiliyên PDK û dewleta tirk ji nêz ve dişopînin, PDK’ê weke nûnerê dewleta tirk û berdevkê wê dibînin û erka wê pêkanîna fermanên Erdogan e bi nav dikin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê der barê vê lihevkirina li ser Şengalê de daxuyaniyek da û diyar kir ku detay û aliyên peymanê bi berfirehî hê nehatine aşkerakirin û got ku lihevkirin li derveyî îradeya Şengalê ye û ew ê neyê qebûlkirin. Êzdiyên li Şengalê jî bersiva xwe dan û bertek nîşanî van bazaran dan û weke dek û dolabên nû li ser civaka êzidî têne gerandin, bi nav kirin.

Pirsa ku derdikeve holê ew e, plana valakirina Şengalê ji êzidiyan careke din bi destê dewleta tirk, PDK û hikûmeta navendî bi serpereştiya Amerîka û NY’yê tê amadekirin?

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar