Navenda Nûçeyan |
Navenda Yekitiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YÊK), Sîwana Meclisên Jinên Êzidî (SMJÊ), Meclisa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê (YÊS), Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ), Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ), Koordînasyona Meclisên Gundên Êzidiyan ên Bakurê Kurdistanê (KMGÊBK) daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku li dijî peymana Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê dê li ber avahiya parlamentoya federal a li paytexta Almanya Berlînê çalakiyeke şermezarkirinê li dar bixin.
Di daxuyaniya têkildar de ev tişt hate gotin: “Ji 15’ê cotmehê û pê ve bi navê saziyên êzidiyan em li ber Parlamentoya Elmanyayê û sefaretxaneyên bilind ên dewletên bi bandor dest bi çalakiya nobeda protestoyî (Mahnwache) dikin. Ev peymana xiyanetê ya ku di navbera hikûmetên Bexda û Hewlêrê de destpêka meha cotmehê di şexsê Şengalê de li dijî êzidiyan hemûyan hate çêkirin, destnîşankirina sûcên qirikrinê yên her du aliyên navborî ye.
Ev her du aliyên ku divê ji qirkirinê sûcdar bên nîşandan û rewabûna wan bi temamî nemaye, zemîneke welê amade kirine ku civaka êzidî dikarin ji nû ve bixin nava qirkirinê.
Li şûna ku li pêşberî civakeke ku hewl dide birînên xwe yên ji ber qirkirinê bipêçe rexnedayîna xwe bidin û statuya vê civakê weke mafekî mayinde qebûl bikin, ketine nava hewldaneke welê ku ‘hem sûcdar in, hem jî xwe mafdar dibînin’. Civaka êzidî wê teqez rê nede vê yekê û qebûl neke. Hem li Êzidxanê hem jî li her devera cîhanê dê êzidiyên bi rûmet li ber vê rabin û bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Lewma bi navê rêxistinên êzidî yên li Ewropayê wê li pêşiya Brandenbûrgertor a li Berlînê ji 15’ê Cotmehê û pê ve di navbera saet 10:00 û 15:00 de em dest bi nobeda şermezarkirinê bikin. Bang li civaka xwe, gelê xwe û hêzên demokratîk hemûyan dikin ku piştgiriya çalakiya me bikin.”