Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çavkaniyên avê roj bi roj ziwa dibin

Navenda Nûçeyan |

Li gorî rapora dawî ya Bankaya Cîhanê, nêzî nîvê çavkaniyên avê tên dizîn. Di raporê de hate ragihandin ku ev rêje ji sedî 30 heta 50 guheriye.

Mafên li ser çavkaniyên avê her çend li gorî welatan bên guhertin jî av bi giranî weke milkê cemaweriyê tê dîtin. Lê belê li gelek welatan çavkaniyên avê hîn jî tên talankirin.

Yek ji wan welatan Swîsre ye ku çavkaniyên avê ji ku der dibin bila der bibin milkê cemaweriyê ye. Tenê li hin kantonan îstîsna heye. Ava di nava erdê şîrketeke taybet an jî zeviyê çandiniyê derbas bibe jî ew av weke milkê cemaweriyê tê dîtin.

Zêdebûna nifûsa cîhanê, karên çandiniyê, ziwatî û bikaranîna zêde ya avê, girîngiya çavkaniyên avê roj bi roj zêde dike.

Li gorî raporekê ku ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Fona Alîkariya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ve hate weşandin, heta sala 2017’an nêzî ji sedî 29 ê nifûsa cîhanê nikarîbûn xwe bigihînin çavkaniyên avê. Wê demê nêzî 2.2 milyar mirov di rewşeke bi vî rengî de bû. Hejmara mirovên ku ji binesaziya ku çavkaniyên avê li nava malê bi kar bînin bêpar bûn, zêdeyî nîvê nifûsê ne.

Neteweyên Yekbûyî di sala 2010’an de peydakirina çavkaniyên ava vexwarinê weke ‘mafê bingehîn ê mirovan‘ nas kiribû.

Ji sedî 70 di kare çandiniyê de tê bikaranîn

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî ji çaran sê parê bikaranîna avê ya li ser rûyê cîhanê ji ber karên çandiniyê ye. Ev rêje jî ji sedî 70 ye. Bikaranîna avê ya ji bo çandiniyê di sê çaryekên destpêkê yên sedsala 20’an de bi 6 qatî zêdetir bû.

Ji sedî 30-50 tên dizîn

Bikaranîna avê bi rengekî neheq an jî talankirina wê yek ji pirsgirêkên girîng e. Di vir de bikaranîna çavkaniyên avê li qadên çandiniyê bi rengekî bêdestûr bi bandor e. Tê texmînkirin ku ji sedî 30-50 ê çavkaniyên avê tê dizîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar