Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

‘Divê Şengal xwedî statuyeke xweser û taybet be’

Navenda Nûçeyan |

Konseya Rêveber a KNK’ê li ser lihevkirina rêveberiyên Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê daxuyaniyek da.

KNK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de diyar kir ku her gavek têkildarî Şengalê bê avêtin û biryarên der barê Şengalê bên standin divê li gorî xwest û îradeya xelkê Şengalê be.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku peymana navbera hikûmetên Hewlêr û Bexdayê ya li ser meseleya Şengalê ku di 9’ê Cotmeha 2020’an hate ragihandin, bê pirs û agahdariya xelkê Şengalê hate çêkirin û wiha hate gotin: “Li Şengalê îradeyeke azad û mecliseke xweser a gel heye. Vê îradeyê û vê meclisê li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke bêhempa da. Lê belê îro li ser qedera wan peymanên ne di cih de têne çêkirin. Ev peyman li şûna ku pirsgirêkan çareser bike, pirsgirêkên nû bi xwe re tîne û îradeya xelkê Şengalê binpê dike. Ger ev peyman bikeve meriyetê dê Şengal careke din li hemberî êrîşên hêzên weke DAIŞ’ê bêparastin bimîne.”

‘Peyman ji aliye siyasî, însanî û exlaqî ve nayê qebûlkirin’

Konseya Rêveber a KNK’ê êrîşa DAIŞ’ê û komkujiya mezin a beriya 6 salan di 3’yê Tebaxa 2014’an de hate kirin, bi bîr xist û wiha dewam kir: “Hêzên ku ji parastina Şengalê berpirsyar bûn (Hêzên PDK’ê û yên hikûmeta Bexdayê) li ber xwe nedan, Şengal terikandin û ji DAIŞ’ê re hiştin. Yên li ber xwe dan û xelkê Şengalê parastin, ew hêz û kes in ku îro li Meclisa Xweser a Şengalê cihê xwe digirin. Îradeya ku ev 6 sal in bi xwîna bi hezaran cangoriyan Şengal parastiye, ev kesên hanê ne. Lê îro yên ku Şengal neparastin û xelkê Şengalê li ber pêyên DAIŞ’ê hiştin, li ser Şengalê peymanan çêdikin û îradeya azad li derve dihêlin. Ev rewş ne ji aliyê siyasî, ne ji aliyê însanî ne jî ji aliyê exlaqî ve nayê qebûlkirin.”

‘Dewleta tirk beriya her kesî dilxweşiya xwe ya li ser peymanê diyar dike’

KNK’ê bi bîr xist ku nûnerên xelkê Şengalê peymana navbera hikûmetên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê napejirînin û nerazîbûnan nîşan didin û wiha dewam kir: “Ev jî heqê wan e. Pirs li wan nehatiye kirin û îradeya wan hatiye binpêkirin. Ji aliyê din ve balkêş e ku Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser peymanê beriya her kesî dilxweşiya xwe diyar kir. Em zanin ku dewleta tirk dijminê sereke yê gelê kurd e û ev demeke dirêj e êrişî Şengalê dike. Ger dijmin bi vê peymanê şa dibe, ev jî zelaltir diyar dike ku peyman li dijî berjewendiyên gelê Kurdistanê ye.”

Di daxuyaniya KNK’ê de hate ragihandin ku Şengal bi pêkhateyên xwe herêmeke xwedî taybetmendiyên cuda ye û wiha hat diyarkirin: “Piraniya wê kurdên êzidî ne û Şengal parçeyek ji axa Kurdistanê ye. Ji ber vê taybetmendiyê serê sedan salan e bûye hedef. Herî dawî hovîtiya ku ji aliyê DAIŞ’ê ve li Şengalê hate kirin birînên kûr li laşê şengaliyan vekir. Divê Şengal, xelkê Şengalê û pirsgirêkên Şengalê bi awayekî taybet ên nirxandin û çareserî jê re bê peydakirin. Nabe ku du aliyên ne li Şengalê ne bêne ba hev, bêpirs û bêyî îradeya şengaliyan li ser wan biryaran werbigirin.”

Statuya xweser û taybet

Di dewama daxuyaniya KNK’ê de wiha hate gotin: “Em nabêjin bila hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê karê xwe ji Şengalê neynin. Bila ew jî di nava kar de bin lê belê bila aliyên din jî di nav de hebin. Em dibêjin bila maseyeke hevbeş bê danîn, bi amadebûna nûnerên xelkê Şengalê û di hizûra wan de her tişt bên axaftin û çareserkirin. Em dibêjin her gavek têkildarî Şengalê bên avêtin û biryarên li ser Şengalê bên standin divê li gorî xwestek û îradeya xelkê Şengalê bin. Rêveberiya xweser û hêza xweparastinê ya Şengalê mafê herî rewa yê xelkê Şengalê ye. Divê Şengal xwedî statuyeke xweser û taybet be.”

Banga xwedîderketinê

Di dawiya daxuyaniyê de KNK’ê ev bangê kir: “Ji ber van sedeman em vê peymana der barê Şengalê de di cih de nabînin û divê her tişt ji nû ve bên nirxandin. Em bang li hemû partî, hêzên kurdistanî û raya giştî ya Kurdistanê dikin ku di vî warî de bêdeng nemînin, xwedî helwest bin û xwedî li xelkê Şengalê derkevin. Em bang li cîhana humanîter jî dikin ku Şengal û xelkê Şengalê bi tenê nehêlin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar