Ji Girtîgeha Tîpa E ya Ordûyê girtiyê bi navê Hakki Tûrgay û girtiyek navê wî nehat zanîn di 13’yê cotmehê de bi hinceta ‘dê desta Covîd-19 were kirin’ ji girtîgehê derxistin û sewqî girtîgehên cuda kirin. Girtî Hakki Tûrgay sewqî Girtîgeha Bandirmayê ya Tîpa T a Balikesîrê hat kirin û girtiyê navê wî nehat zanîn jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê hat kirin.
Bavê Tûrgay, Arîf Tûrgay diyar kir ku 4 sal in birîna di lingê lawê wî de ye nayê tedawîkirin û hewldanên wan jî bê encam mane. Tûrgay da zanîn ku herî dawî wî di 12’yê cotmehê de bi lawê xwe re hevdîtin kiriye û derbarê lawê wî de lêpirsîn hatine destpêkirin û li girtîgehê gardiyan li pey ‘provokasyon’ ne û diyar kir ku lawê wî lê geriya ye û gotiye wî bi sedema testa vîrûsa koronayê sewq kirine.
Tûrgay diyar kir ku lawê wî pir ji wan dûr kirine û vê yekê jî wek ‘zilmê’ pênase kir. MÊRDÎN