Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji çar şervanên azadiyê re…

Ji bo bîranîna Peyman Axîn, Zenda Destîna, Serdar Mordem û Rêzan Tendurek… Bû mehek ku di ser şehadeta wan re derbas bû û em heta 10-15 rojan li benda vegera wan bûn. Û hêvî piştre veguherî bêhêviyeke mezin. Rastiya şehadeta we me serbilind bike jî dilê me êşand, tolhildana me sor kir, baweriya me xurt kir. Lê belê me çûyîna we ya bi vî rengî tu carî qebûl nekir. Welê bi bêdengî, bêdem çûyîna we me qebûl nekir. Ji ber ku hûn 4 lehengên wêrek bûn.

Heval Peyman xwedî sekneke şoreşgerî bû ku fedakar, wêrek û li şûna xwe nedisekinî. Bi porê xwe yê dirêj û hûnandî mîna gêrîkan dixebitî. Dema ku me fedakarî û liberxwe ketina wê didît gotina şerm û li ber xwe ketin hesteke şoreşgerî ye‘ ya hevalê Fûat dihat bîra me. Tu hevrê û milîtana demên zor û zehmet bû. Xwedî wêrekiyeke mezin bû, ji xwe bawer bû û bi serketina xwe tu bû mînak ji me hemûyan re. Miroveke dilê xwe tenik û hestewar bû. Di her kêliyê de ji her awayî ve navê kedê bû. Milîtana her pêvajoya zehmet bû. Hevrêya hevrêyên xwe bû. Hevala Peyman ji Geliyê Pîsaxa heta Şeşdarayê, ji Şeşdara heta Şehîd Kendal û Xantûrê gerîlatiyeke bi têra xwe tijî û dagirtî meşand.

Porên xwe yên dirêj û bedew mîna Xabûrê li çiyê dihat. Kenê te mîna kulîlka herî bedew a biharê ev war dixemiland. Berxwedana wê mîna kulîlka berfîn her tim serî hildida, mizgîniya azadiyê dida û evîndara berxwedanê bû. Hevrê Peyman gelek tişt di jiyana xwe ya gerîlatiyê de bi cih kir û di Cenga Heftanînê de yek ji wan jinên pêşeng bû. Bi vê sekna xwe em hemû kir heyranê xwe. Jin a evîndar tu her tim li çiyayên azad bijî, tu her tim bijî! Jiyana te bi qasî berxwedana te, şehadeta te jî gelek tişt afirand. Û tu jî bû gaveke mezin a ji bo serketina Cenga Heftanînê. Tu ne tenê şervanek bû, di heman demê de tu pêşengeke berxwedana rûmetê bû ji bo me hemûyan.

Karwanekî berxwedanê li pey me dimeşe

Dema ku navê Zenda Destîna tê bilêvkirin, wêrekî, fedakarî, dilsoziya bi gel, rêbertî û şehîdan re tê bîra hevalên wê hemûyan. Wê bi keda xwe di her kêliya jiyanê de kesayetiya xwe ya fedayî afirand. Weke şopdara Bêrîtan Şemzînan, Berçem Cîlo û Axîn Meşkanan, di her kêliya jiyanê de têkoşiya. Keça Zagrosan demeke dirêj li Zagros, Şemzînan, Xakurkê û Zerzanê kar kir. Li van herêman tev li gelek şer û berxwedanê bû. Bû xwedî tecrûbeya jiyanê, şer û têkoşînê. Bû jineke berxwedêr a azad û şoreşger, Apoyî. Di bihara 2019’an de hate Heftanînê û tev li têkoşîna berxwedanê ya li Cenga Heftanînê bû.

Di 8’ê Tebaxa 2020’an de dijmin bi şebekeyeke xiyanetê ya bi navê ‘Tîma xençerê’ hate Pîrbûlayê. Hevrê Zenda tevî hevrê Peyman û Serdar li Geliyê Pîrbûlayê derba kuştinê li dijmin xistin. Bênavber şer kirin. Di 10’ê Tebaxê de dema ku xwestin xwe vekişînin, di êrîşa hewayî de ev 3 hevrêyên me yên fedayî li Gelî berxwedaneke mezin nîşan dan û tev li nava karwanê şehîdên leheng bûn. Hevrê Zendacan bi hezkirina xwe cihê xwe di dilê me de girt û xeyalên xwe bi stêrkan parve kir. Wêrekî û baweriya xwe li Heftanînê li her dar, kulîlk û xakê çand. Ji ber vê yekê em ji te re nabêjin ‘oxir be’ ji ber ku tu yê di her biharê de di ruhê kulîlk û daran de vebî li vê diyarê. Te û we çanda berxwedanê li vê xakê çandin û li pey we karwanekî berxwedanê dimeşe.

Di vê serdema bêwate de we rêya me ronî kir

Hevrê Rêzan û Serdar hevrêyên me yên wêrek; me we nedît lê em bi we zanin. Hûn milîtanên mîna fermandar Egîd bûn. Hûn şervan bûn, we dilê xwe dan van çiyayan, hevrêyên xwe û me. Ya ku me diêşîne ew e ku di vî şerê giran de gelek heval hatin qadê lê belê gelek ji wan beriya ku em wan bibînin û nas bikin tev li karwanê şehîdan bûn. Dijminên xwînxwar ev firsend neda me. Lê belê hêza wan wê têrê neke ku vê manewiyata hevrêtiyê lawaz bikin. Oxir be ji we re hevrêno, bi wî dilê xwe yê pak di vê serdema bêwate de we rêya me ronî kir… BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar