Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Serokatiya azad, Kurdistana azad

10’ê cotmehê li tevahiya Kurdistanê û li derveyî welat bi milyonan mirov daketin meydanan. Kurd, dostên kurdan, sosyalîst, şoreşger û demokratan li meydanan bi yekdengî ragihandin ku dema azadiya Rêber Apo ya fizîkî hatiye.

10’ê cotmehê, tenê ne wek rojeke diyarkirî bû; bû serdemeke nû ya berhevbûna hemû enerjî, hêz û lêhûrbûna ji bo azadiya Rêber Apo. Ji Rojhilata Navîn heta Ewropa, Rûsya û Awûstralyayê li tevahiya cîhanê bi milyonanan mirov li meydanan soza vê yekê da. Ji vî alî ve 10’ê cotmehê, hem wateya lê hat barkirin hem jî destpêka serdemeke wiha dîrokî, bû nîşaneya dawîlêanîna tecrîda mutleq a ji 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kir, bi dîlgirtina Rêber Apo berdewam kir û ya 22 salên dîlgirtî.

Bi vî awayî komploya navneteweyî ya ket 23 saliya xwe, di roja xwe ya yekemîn de têk çû. Ev têkçûn ne têkçûna yekemîn a hêzên komploger ên navneteweyî, hevkarên wan û gardiyanên wan bû. Berî vê jî bi dehan caran têk çûbûn. Her roja 22 salên derbasbûyî ji bo bigihîjin armaca xwe xebitîn; hemû derfetên di destê xwe de ji bo vê bi kar anîn. Di şert û mercên bi tu awayî ne wek hev de, êrîşî Rêber Apo kirin. Rêber Apo li cihekî ji aliyê dijmin ve hatiye diyarkirin û derfertên wî yên liv û tevgerê tune ne, wisa li ber xwe da ku dîrokê heta niha şahidiya berxwedeneke wisa mezin nekiriye.

Rêber Apo 22 salan li cihekî wiha li ber xwe da. Bi berxwedaneke ku bandor li her kesî kir, hêzên komploger ên navneteweyî gelek caran têk birin. Hêzên komploger ji van têkçûnên xwe têr nebûn; her tim ji nû ve hewl dabin jî li hemberî Rêber Apo bi ser neketin.

Hêzên komploger ên navneteweyî bi dîlgirtina Rêber Apo xwestin bendên li ber hevkarî û xiyanetê rabikin û bi vî awayî derfet dan dewleta TC’ê ya qirker ji bo qirkirina kurdan bibe serî. Bi vî awayî Peymana Washingtonê ya 17’ê Îlona 1998’an a bi hevkarên kurd re û radestkirina Rêber Apo jî, garantîdana ji bo dewleta TC’ê ya qirker bû. Ji ber vê bû ku rêveberiya PDK-Iraqê bi vê misogeriyê amade bû xwe wek ‘Kralê Kurdistanê’ ragihîne û dewleta TC’ê ya qirker jî xeyal dikir ku wê li Kurdistaneke bêyî Rêber Apo û PKK’ê qirkirina kurdan bibe serî. Hêzên komploger ên navneteweyî, dewleta TC’ê ya qirker û hevkarên xwe negihîştin armanca xwe.

Yê ku hêviyên dewleta TC’ê ya qirker, hevkarên wê û hêzên komploger ên navneteweyî di dilê wan de hişt Rêber Apo bixwe bû. Di şert û mercên dîliyê de jî ew wek Rêberekî tim li ba gelê Kurdistanê bû. Bi bernameya ‘Çareseriya Neteweya Demokratîk’ a li ser fikrên wî bi pêş ketiye, rê li ber gel xist. Bi şoreşa Rojava rê li ber avakirina demokrasî û azadiyê vekir ku gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ev rê  wek model ji bo xwe pejirandin. Li asta navneteweyî ji bo sosyalîst, şoreşger û hêzên demokrasiyê yên bi hilweşîna sosyalîzma pêkhatî ji pertal ketibûn, bû hêvî û rêyeke nû li ber wan xist. Di 22 salan de êrîşên dewleta TC’ê ya qirker a di dema xwe ya herî qirker de ye, pûç kir û rastiya gelekî yê dikare azadiya xwe bi dest bixe derxist holê.

Bi van tiştan hemûyan hêzên komploger ên navneteweyî, hevkar û gardiyanên wan têk birin lê tevî têkçûnê jî ev hovmirov dev ji komploya xwe ya li dijî Rêber Apo bernedan. Îro jî komplo didome. Dewleta TC’ê ya qirker kirin gardiyanê xwe û Şerê Cîhanê yê Seyêm birin heta Qafqasyayê. Bi vî tiştî li Qafqasyayê şerê xwe yê qirêj-taybet ê li dijî gelê Kurdistanê û PKK’ê di eniyeke din de ji nû ve dan destpêkirin. Ew ê bi saya vê eniyê li Rûsya û Îranê zextan bikin û bi vî awayî başûr û rojavayê Kurdistanê radestî dewleta TC’ê û hevkarê wê PDK-I’yê; ew ê bi vê planê bixwazin ku bigihîjin armanca xwe ya di destpêka komploya navneteweyî de xistibûn hişê xwe; tunekirina Rêber Apo, PKK’ê û gelê Kurdistanê.

Bi vê planê derbasî salvegera komploya navneteweyî ya 23’em bûn lê ev plan di 10’ê cotmehê de hat pûçkirin. Li Kurdistanê, li devreyî welêt; ji Yewnenistan heta Rûsyayê, ji Almanya heta Swêdê, ji Îtalya heta Belçîkayê, ji Îngilistan heta Awustralyayê li her derê cîhanê kurd û dostên xwe yên ji bawerî û gelên cuda, hêzên sosyalîst, şoreşger û demokratîk derketin meydanan û bersiv dan wan.

Bi vî awayî bi hezaran mirovên ku li ser banga Înîsiyatîfa ji Rêber Apo re Azadiyê deketin meydanan; bi bersivdana ji bo 10’ê cotmehê nîşan dan ku komploya navneteweyî dê bi têkoşîn û berxwedaneke cîhanî têk biçe û ragihandin ku ew ketine pêvajoyeke bi vî rengî. Niha dora pratîzekirina naveroka vê ragihandinê ye. KCK-LR’ê di 12’ê îlona 2020’an de bi dirûşma , ‘Bes ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dema bidestxistina azadiyê ye’ pêngava şoreşgerî ya serkeftinê da destpêkirin. Ji niha û pê ve tişta ku divê bê kirin ev e; li her derê ev dirûşm bê berzkirin û azadiya Rêber Apo û Kurdistanêbê bidestxistin. Wê ev darbe dewleta TC’ê ya qirker û hevkarê wê PDK-I’yê û hêzên kopmloger ên navneteweyî biqehirîne.

Nûçeyên Têkildar