PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Îxanet û kujerên jinên êzidî li ser firotina Şengalê dîsa li ser kar in

Leyla Lorîn |

Di dîroka Kurdistanê de ji destê malbata Barzaniyan heta niha li ser îrade ya kurdên azad, gelek rûreşî hatiye kirin. Yek ji van rûreşiyên herî mezin, Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku bi hevkariya çetên DAIŞ û pêşmergên PDK’ê bi sed hezaran êzidî mehkumî kuştinê û koçberkirinê kirin. Ne tenê ev kirin. Fermaneke ku dilê mirovan disekinîne li ser civaka kevnar a gelê kurd pêk anîn. Dîsa dema ku em li Kurdistanê û dîroka kurd, her wiha civakên xwedî bawerî, ol û çandên cuda jiyane, dixwînin digirîn dest, em dibînin ku her tim ji aliyê hêzên desthilatdar û dagiker û nokeran kurd ve rastî êrîş, kuştin û komkujiyên bi êş hatine. Hêzên nijandperest ji bo serweriya xwe li ser gelên Rojhilata Navîn dijîn, bidin mayînde kirin, di serdemên dîrokê yên cuda de êşên ku di bîra civakê de nayên ji bîr kirin pêş xistine.

Ji dîrokê heta niha yek ji civaka em behsê dikin, civaka gelê kurd a herî bi kok û kevnar, civaka êzidî ye. Civaka êzidî ji ber ku li ser axa xwe ya bi bereket, çanda xwe, nasname û baweriya xwe parastiye, li rastî êrîşên herî xedar û hovane yên hêzên mêtingeh û noker hatiye. Di serî de dewleta tirk a faşîst, dewletên dagirker û serdestên heremî, her wiha ji serdema osmaniyan bigire heta roja me ya îro bi destê wan hewl dane di şexsê civaka di cewhera xwe de hemû nirx û pîroziyên gelên qedîm diparêze û hembêz dike, ji holê rakin. Lewre rê û resmên hişmediya hêzên qirker û dagiker di 3’yê Tebaxa 2014’an de carek din rûyê xwe yê reş, faşîst û hovane di şexsê çetên DAIŞ’ê de û xiyaneta pêşmergên PDK’ê derket holê.

Fermana 73’yemîn di bingehê xwe de peyamek wiha da hemû gelên azadîxwaz û berxwedêr, ‘an hûnê dev ji hemû pîrozî û danehevên ji çanda gelan mayî berdin, an jî em ê we ji qirkirin û komkujiyan re debas bikin.’ Di plana fermana 73’yan a xwînmij li ser çand û baweriya êzidiyan de, dibe weke êrîşa komek bi navê çetên DAIŞ’ê xuya bike lê di esasê xwe de plangeriya hêzên hegemon û sermayedar ên cîhanî û nokerên heremê bû. Lewre pêwîst e em rastiya van êrîş û planan di cewhera xwe de hebûna gelan tune dike, hedef digire, aliyên wê yên dîrokî û dema niha baş bibînin, fêm bikin û li ser rast bihizirin.

Di fermana 73’yan de kareseteke mezin li ser îrade û rûmeta jina êzidî de hat. Di Femana 3’yê Tebaxa 2014’an de, civaka êzidî û bi taybetî jî jin, rastî êşên mezin hatin. Di kelegerma havîna dijwar de bi rojan, bi hezaran mirov di deşt û çiyayê Şengalê de pêxas û birçî şerê jiyanê, şerê man û nemanê dan. Di nava dayikên temenmezin, kalên 70 salî û zarokên çil rojî li ber çavên hemû cîhana ker û lal ên ku qaşo xwe bi navê mafên mirovan bi nav dikirin, di bin metirsiya komkujiyê de can didan. Dîsa keçên nûciwan û bi temenbiçûk ji bo nekevin destê çeteyên hov û xwînxwar, mîna keça bi navê Cîlan û bi dehan keçên weke wê, xwe ji zinaran de avêtin. Her wiha bi hezar keçên ciwan û xortên ciwan bi temenê ciwantiya xwe de li ber çavên dayik û bav dihatin revandin. Keçên ciwan wek pezan di sûkên Musil û Bexdayê de dihatin firotin. Dîsa bavên ku xwedî zarok bûn li ber çavên zarokên xwe can didan. Li pêş cîhana ker û lal, qêrina zarokên êzidî di nava destên dayikan de ber bi wijdana mirovahiyê ve bilind dibû.

Ev demek dirêj e ji aliyê zilhêzan, hikûmeta herêma Kurdistanê û Iraqê ve planên qirêj li ser Şengalê, Rêveberiya Xweser a Şengalê û îradeya jinên Şengalê tê meşandin. Roja 9’ê Cotmehê di navbera hikûmeta Iraqê û herêma Kurdistanê de lihevkirinek hat îmzekirin. Li gorî vê hevkirinê dê hêzên ku di dema DAIŞ’ê de ji Şengalê reviyan û serî de civaka êzidî, gelên wir di nava lepên çeteyên DAIŞ’ê yên hov de hiştin, careke din dixwazin vegerin Şengalê û hêzên ku ji aliyê gelê Şengalê ve hatine avakirin û ew parastine, ji Şengalê bên derxistin! Gelo çima li ser Şengalê roja 9’ê Cotmehê biryarek wisa sosret û qirêj hat îmzekirin? Dewletên zilhêz her tim rojên taybet ji bo qirkirin û fermanan li ser civakên xwedî exlaq û wijdan digirin. Roja 9’ê Cotmehê di dîroka gelê kurd de rojek reş û bi êş e ku bi destê dewletên NATO, komployeke mezin li ser Rêberê mirovahiyê û Rêberê gelê azadîxwaz hat pêk anîn. Dîsa par vî çaxî di heman rojê de, bi destê dewleta amerîka û bi hevkarê xwe dewleta Tirk û PDK’ê Serêkanî û Girê Spî dagirkirin. Îsal di heman roja 9’ê Cotmehê de, lihevkirina di nava dewleta navendî ya Iraqê û hikûmeta Kurdistanê de li ser îradeya şengaliyan û jinê êzidî ku piştî Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bi ramanên Rêber Apo xwe rêxistin kirin, xwe nas kirin û bûn xwedî hêza biryarê. Li hemberî vê hêza xwe rêxistinkirî, planek û lihevkirinekî wisa îmzekirin jixweber nîne. Di nav vê lihevkirin û plana qirêj de teqez carek din bazara civaka êzidî û îradeya jinên êzidî heye.

Gelo bi vê şerm û rûreşiya mezin, carek din bi kîjan rûyê mirovbûnê hikûmeta herêma Kurdistanê, dixwaze vegere Şengalê û li rûyê gel binêre û bibêje ‘ez ê ji we re xizmetê bikim?’ Hikûmeta herêma Kurdistanê, PDK û pêşmergeyên ku destê wan di komkujî û fermana êzidiyan de heye, divê li hemberî civaka êzidî ya ku xwe rêxistin kirî, lêborîn û rexnedayîneke wijdanî û exlaqî bidin. Dîsa PDK li hemberî jinên ku yekem car e xwe bi ramanê azadiya jinê rêxistin kirî, 5 hezar jinên êzidî hiştin destê hov û çetên DAIŞ’ê ku di sûkên Mûsil û Reqqayê de hatin firoştin, divê lêborîneke mezin bixwaze. Heta bikarin heysiyet û rûmeta xwe paqij bikin. Yan jî bi careke din bi rûpûşiya planên qirêj û xiyanetkar, îradeya civaka êzidî û jinên êzidî nenas kirin dê neye qebûlkirin.

Di femana 73’yan de yên herî zêde êş kêşan û bûn dedefa êrîşên çeteyên hov, dayik û jinên êzidî bûn. Lê wan pes nekir û ji bo jiyan û azadiya xwe têkoşiyan. Jin û dayik bi vîn, reng, deng û tevlibûna xwe li himberî wan êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê fedekariyên mezin raberkirin. Ji bo wê carek din jinên êzidî ya ku xwe bi azadiyê û bi xwebûnê avakirî, şengaliyên xwedî rûmet, dê carek din rûmeta xwe nexîn destê dagirkeriya qirker ku dixwazin welat û cihê wan, bi vê lihevkirina di navbera hikûmeta navendî û heremê Kurdistanê de carek din dagir bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar