Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Îktîdarê wijdan û exlaqê xwe li bin peyarêyan veşart’

Di 19’ê Kanûna 2017’an de Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê hatibû xerakirin û 282 cenazeyên li goristanê biribûn Stenbolê. Dû re cenazeyên biribûn Stenbolê li kêleka Goristana Kîlyosê di bin peyarêyekê de vaşartibûn. Heya niha cenazeyê 22 malbatan dane wan û cenazeyên din çendî ku malbatan serlêdan kiriye jî radestî wan nehatine kirin.

Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Saîme Topçû diyar kir ku tişta tê kirin zilm e û ji bo piştevaniyê bang li her kesî kir.

Topçû destnîşan kir ku goristan di warê bawerî, çand û dînî de nirxnên girîng in û êrîşên li cenazeyan û goristanan tên kirin nayên qebûlkirin û anî ziman ku êrîşa li ser Goristana Xerzanê dilê hemû kesên xweyî wijdan êşandiye.

Topçû da zanîn ku cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatine derxistin û li Goristana Kîlyosê di bin peyarêyan de hatine veşartin ne tiştekî rasthatinî ye û wiha domand: “Bi zanebûn hat kirin. Sedema wê jî polîtîkayên şer in. Bi vî awayî xwestin di warê derûnî û ruhî de malbatan biêşînin. Mantiqa veşartina li bin peyarêyan çi ye? Di hiqûqa şer de jî hiqûqeke bi vî rengî tuneye.”

Exlaqa îktîkarê!

Di axaftina xwe de Topçû destnîşan kir ku AKP dîn îstismar dike û ev tişt anî ziman: “Tişta ku AKP jê re dibêje îslama siyasî, di esasê xwe de feraseta ku goristana li Xerzanê bir li Kîlyosê xist bin peyarêyan bi xwe ye. A rast îktîdarê bi vê ferasetê wijdan û exlaqê xwe di bin peyarêyên Kîlyosê de veşart. Di esasê îslamyetê de heqareta li cenazeyan tuneye.”

Topçû diyar kir ku li bin peyarêyan veşartina cenazeyan bêhurmetî û bêrêzîtiyeke mezin e û wiha got: “Ev yek tu exlaq û wijdnê de tuneye. Bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em vê yekê şermezar dikin.”

Bangawazî

Topçû bang li dewletê kir ku dev ji van pêkanînên xwe yên kêfî berde û wiha axivî: “Divê hemû gel û bawerî xwedî li cenazeyan derkevin. Divê cidî bin ku pêşî li ber êrîşan bê girtin. Ji lewra destdayîna miriyê mirovekî, destdayîna canê wî mirovî ye. Tê wateya tezekirina êşê. Ev nayê qebûlkirin.”

Her wiha Topçû xwest îktîdar dest nede cenazeyan û bang li her kesî kir ku xwedî li cenazeyan derkevin.  STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar