Li gorî medyaya Iraqê danê sibehê bi dehan xwepêşander bi ser baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê de girtine û baregehê şewitandin.
Kesên tev li xwepêşanderê bûn, wêneyên endamê Mekteb Siyasî ya PDK’ê Hoşyar Zebarî şewitandin.
Hêjayî gotinê ye Hoşyar Zebarî di hevpeyvînek xwe a bi televziyonek ê de gotibû; “Komên di 16’ê Cotmehê de êrîşî Hewlêrê kirin, heman komên niha li Bexda êrîşê dîplomatan dikin in.” Û her wiha Zebarî li ser hêzên Heşdî Şeebî jî gotibû; “Di 16’ê Cotmeha 2017’an de weke DAIŞ’ê êrîşî Hewlêrê kirin.”
Li gorî agahiyan xwepêşander ji ber vê gotina Zebarî çûne ber derê baregeha PDK’ê û baregehê şewitandine. BEXDA