Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rêveberiya Barzanî li pey çi ye!

Dema mirov li sed salên dawî yên dîroka kurd û Kurdistanê dinêre, gelek pêşketinên mezin bi xwe re aniye. Berî sed salan ku navê kurd û Kurdistanê di xewnê şevan de jî qedexe kirî bû, îro li her qadê navê kurd û Kurdistanê, têkoşîna gelê kurd a mafdar tê kirin.

Mixabin di van sedsalan de jî li gel pêşketinên mezin tim astengî û hevkariya li gel dijmin re jî bi têkoşîna mafdar re jî hebû. Bi taybet bi têkoşîna azadiya gelê kurd a PKK’ê re yek ji astengiyên mezin ên li pêşiya şoreşa gelê kurd Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) a di bin rêveberiya malbata Barzanî de ye, bû.

Kengê tevgerke pêşketineke bihêz derket holê, PDK li ser dika dîrokê bi hevkarî û lîstikên xwe yên qirêj cih li gel dijmin û nokeran girtiye. Dema vê jî dike, tim xwe weke rizgariya gelê herêmê dide nîşandan û ji hestê neteweyî yê gel, taybet gelê başûrê Kurdistanê sûd girtiye û ew bikar aniye. Jixwe dîroka tevgera Barzanî ya bi pêşengtiya Mele Mustefa Barzanî jî li holê ye. Tevî ku ji bo kurd û Kurdistanê gelek têkoşîn jî kir lê li gel vê ewqasî jî zirar da netewa kurd. Mijara ‘Aş betale’ nimûneya vê ya herî ber biçav e.

Taybet di van 40 salên dawî de û di roja me ya îro de rêveberiya başûrê Kurdistanê ya ku temamî di bin rêveberiya malbata Barzanî de ye, ev hevkarî gihiştiye asta xiyanet û nokertiyê. Ji rojavayê Kurdistan bigire heta Heftanîn, Xakurkê, Bradost, Metîna, Şêladiz, Bamernê, Amêdiyê, Kerkûk, Mexmûr, Şengal ên başûrê Kurdistanê li pêşiya hemû pêşketin û serketinên Kurdistanê weke kelemekê asteng e.

Malbata Barzanî siyaseteke ku ne ya min be bila ne ya kesê din be, bila ya dijmin be dimeşîne. Mijara Kerkûk, dîsa herêmên bi nakok ên piştî têkoşîna gerîla û pêşmerge ku ji destê DAIŞ’ê hate derxistin, bi biryareke lezûbez a referandûma 25’ê Îlona 2017’an ji destê derket. 16’ê Cotmeha 2017’an PDK û YNK’ê di nav hev de hemû herêm xiste destê hêzên ser bi Îranê ya Heşdî Şebî û Iraqê. Wê demê herî dawî gerîlayên azadiyê li Kerkûkê li ber xwe dan û tevî bang li PDK û YNK’ê kirin ku werin bi hev re şer bikin, axa xwe biparêzin lê PDK ya ku zanî wê gel hesab jê bixwazin ev yek nekir, siyaseta ku bibe ya PKK’ê bila ya dijmin be meşand. Ji destdayîna Kerkûkê bi qasî ‘Aşbetalê’ ziyanên mezin da Kurdistanê.

Halê hazir niha Kerkûk di destê Waliyê bi kefalet Rakar Cibûrî de dinale. Kurd ji erdên wan tên kirin û demografiya herêmê mîna dema rejîma Baasê tên erebkirin. Erebên demê rejîma Seddam Huseyîn li cihên kurdan hatibûn bicihkirin, niha tîne ser erdê kurdan û kurdan derdixin. Dîsa aliyê din Eniya Tirkmen a di bin rêveberiya Erşad Salihî de Kerkûk weke parçeyek ya Tirkiyeyê kar li ser tê kirin. Kurdên herêmê di her warî de bê xwedî mane.

Di roja îro de jî heman siyaset niha ji bo Rojava, Şengal û Mexmûrê jî tê kirin. PDK a ku nikare serweriya xwe li van herêman bike, li şûna ku xwe bi xwe bi rêve bibe û tevgerekî din a kurd hikûm lê bike, li gel dijmin hevkarî dike ku dagir bike. Mînaka vê ya herî ber biçav, êrîşên li ser rojavayê Kurdistan deverên mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê zelal derket pêş. PDK a ku nikare tiştekî li van deran bidest bixe ji bo wî baştir e ku di destê dijmin de be ku li şûna destê hêzeke din a kurdî de be.

Bi daxuyaniyên didin êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Şengal û Mexmûrê rewa dikin. Niha bi hevkariyeke qirêj a li gel Bexdayê, dixwaze mudaxeleyek li Şengalê bike. Ger ev yek li Şengalê pêk hat, dorê wê Mexmûr bê, piştre jî wê deverên din ku nikare xwe bigihînê, di çarçoveya lihevkirinên qirêj de bike. PDK a ku Şengalê sala 2014’an di nava lepên DAIŞ’ê de hişt û pişta xwe da qirkirinê niha dixwaze Şengalê bi rê ve bibe. Gelo ma berî êrîşên DAIŞ’ê kî/ê li Şengalê hebû? Her tişt di destê PDK’ê de bû. Çima bi rê ve nebir? Çima xwedî li wê civaka mezlûm derneket û hişt? Ger ku hêza wê têrê nedikir bi dehan carî PKK’ê banga hêzeke hevpar kir ku bi hev re şer bikin û civaka êzidî biparêzin. Ger ku wê demê ev bikira wê xelkê Şengalê rêz bidaba û qebûl bikira lê ev nekir. Rev tercih kir. Niha jî bi daxwaza ne ewle û hêzên biyanî ya wir dike ku li gel Bexdayê li hev kir. Gelo Bexda li ku bû dema êrîşên DAIŞ’ê pêk hat. Ma dema DAIŞ’ê êrîş kir Şengal ewle bû? Ne Iraqê û ne jî PDK’ê dest bi lihevkirinê nekirin ku wan herêman biparêzin. Ji ber ku dîtin ew gel zana bû, rûyê her kesê yê rast dît û êdî hikûmkirina wan qebûl nake, destê xwe dan hev. Di vir de rola PDK’ê çi ye? Rol PDK’ê ew e ku ramanê Apoyî ya li herêmê û dîsa statûya Şengalê valaderxistin e. Şengal a ji destê PDK’ê derket divê nekeve destê Tevgera Azadiya Kurd û ne jî Şengalê bixwe. Li gorî PDK’ê li şûna ku Şengal a Şengalê be bila ya Iraqê û mêtingeha Tirkiyeyê be. PDK evqasî çavsor bûye. Dibêje; ‘ne ya min be bila ne ya kesê be’.

Heman siyasetê li ser erdnîgariya dikeve bin rêveberiya wê jî dike. Dîsa deverên Bradost, Şêladiz, Amêdiyê, Dihok û gelek deverên sînor ên ku gerîlayên Tevgera Azadiya Kurd salên dûr û dirêj têkoşîna azadiya Kurdistanê dide, ketiye pêşiya leşkerên tirk anîne van herêman dagir dike.

Dema vê dike jî hemû nirx û rûmeta mirovahiyê li erdê dide û dike. Van rojên dawî ku nekarin encamek baş ji vê siyasetê bigire bi rêya medyaya xwe hewl dide di nava gel de bi propagandayê gel li dijî PKK’ê sor bike. Ev erk jî daye Rûdaw û Kurdistan 24 ên ku weşana wê raste rast ji aliyê Parastin û MÎT’a tirk ve tên amadekirin. Hê bûyer neqewimî nûçeyên van hazir e; ew jî sûcdarkirina PKK’ê ye. Niha PDK dixwaze gel li hemberî PKK’ê sor bike û bi vê yekê bigihêje armancên xwe. Taybet li ser medyaya xwe vê yekê dike. Lê tevî her tiştî jî gel ji vê yekê haydar e, nayên va lîstikan. Ji ber ku di roja îro de her tişt li ber çavan e.

Lê ya balkêş ew e ku mirov nizan bê ka PDK li pey çi ye? Bi vê yekê dixwaze çi bike? Dost e yan neyar e!

Nûçeyên Têkildar