Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji Şaredariya AKP’ê ya Şirnexê kampanyaya reşkirinê

Piştî ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adara 2020’an de hema hema hemû şaredariyên navçeyên Şirnexê bi dest xist, piştî salek şûnda Şaredariya AKP’ê û endamên meclisê, li ser medyaya civakî dest bi kampanyaya reşkirinê kirin. Endamên Meclisê yên AKP’î bi taybetî li gundan dest vê kampanyayê kirine û ji gel re dibêjin; ‘endamên Meclisa HDP’ê li dijî her xizmeteke ji gel re dengê bikar nayînin.’ Şaredariya ku her pêşniyar û xebatên Meclisa HDP’ê ya giştî wekî xebatên xwe nîşan dide, li gundan li ser xebatên HDP’iyan  propagandaya xwe dide meşandin.

Têkîldarî mijarê de Hevseroka Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Giştî ya Şirnexê Şirîn Kiliç axivî û diyar kir ku li bajêr bi van lîstikan dixwazin HDP’ê li ber çavê gel reş bikin.

Hedef tên nîşandan

Kiliç bi bîr xist ku ew ji hêla şaredariyê ve wekî hedef tên nîşan dan û wiha got: “Me ji bo xizmeta gelê xwe tu carî gav paş neavêtiye. Heya niha kîjan proje ji xîzmeta gel re be, me erê kiriye. Ji hilbijartinên şaredariyê ve heta roja me ya îro em gund bi gund digerin û guh didin daxwaz û pirsgirêkên gelên xwe. Wekî endamên Meclisa HDP’ê, me di hemû xizmetên ji bo gundan hewce dike de deng daye û erêkiriye. Meha borî, me wekî Meclisa Şaredariya ya Giştî li şaredariyê civîna xwe ya fermî li dar xist. Di wê civînê de du rojevên sereke hatin nîqaşkirin. Ya yekem projeyek bû ku ji bo pirsgirêka ava Şirnexê bi giştî bê çarserkirin. Ev projeyek pir mezin e. Ev proje di heman demê de projeyek piştgirî ya DKA’yê ye. Me ji bo vê projeyê jî dengê erê bikar anî. Lê niha şaredariya AKP’ê li gundan li dijberî me kampanyaya reşkirinê daye dest pê kirin û ji gel re dibêje ku HDP ji vê projeyê re dengê na bikar anî ye. Ew gund bi gund digerin û dibêjin ‘Endamên Meclisa  HDP’ê ji her projeyeke ji bo xizmeta gel re dengê na bikartîne’ bi vî awayî gel provoke dike. Projeyek nexweşxaneyê hebû. Yên ku dengê erê dan vê projeyê em bûn. Ji ber ku piraniya şaredariyê ya me ye, em gavek pêş de ne. Me li Cizîrê jî projeya nexweşxaneyê pêk anî. Fikra li Şirnexê pêk anîn jî, ya me bû. Ji bo vê projeyê, me got ku bila komîsyonek were damezrandin û li ser projeyê xebeteke cidî bê meşandin û pişt re bê erêkirin. Ji ber ku bajar dê bi çêkirina nexweşxaneyê re ber bi jêr ve biçe. Me nedixwest derbasbûna vê projeyê salekê yan du be. Em hewl didin ku ev proje demdirêj be. Gelê me çawa dixwaze bila wisa bê çêkirin. Me ev  ji şaredariyê re ragihand ku divê xebatek ji hev cuda were meşandin.Yekem mijara rojeva me meha pêş pirsgirêka avê ya heyî ya gelê me ye. Em dixwazin projeyan pêşkêşî şaredariyê bikin da ku çareser bikin.”

‘Li ser xebatên me propagandaya xwe dikin’

Di axaftina xwe de Kilic dest nîşan kir ku şaredariya AKP’ê li ser xebatên wan propagandaya xwe dike û wiha domand: “Ji xeynî vê, wekî Meclisa Bajêr a giştî heya niha ji tu projeyên erênî re me dengê na bikar neaniye. Ew li bajêr lîstikên wiha didin meşandin. Lê hemû gelê me pratîka me dibînin. Zêdetirî salekê ye ku em di peywirê de ne û me projeyên mezin pejirandin. Bajarê tekstîlê li Silopî, bajarê tekstîlê li Şirnexê, kaniyên germî yên sereke Belkiz û projeyên kaniyên termal ên li Elkê fikrê me bûn. Li vir gelê herêmê debara xwe bi mêşvaniyê dikin. Me projeya li ser mêşvaniyê pêşkêşî komîsyonê kir. Her wiha pêşniyara me ev bû ku em li dora Çemê Dîcleyê ya li Cizîrê diherike şitlan biçînin. Me projeyên cûr bi cûr amade kirin. Gelê me jî vê yekê dibîne û dê neyê van lîstikan. Wekî Meclisa Bajêr a Giştî, em vê kampanyaya qirêjkirinê ya li dijî me hatî destpêkirin qebûl nakin. Em tu caran pêşberî tu xizmetek ku ji gelê me re sûd werbigire nesekinîne. Piraniya meclisê di destê HDPê de ye. Ji vê aciz dibin. Ji bo vê dixwazin xebatên me reş bikin. Ji ber ku li gundê Avgamasya qadên  komirê hene. Darên mirovan hişk bûne û nexweşî dest pê kirine. Gel ji vê yekê nerehet e. Dema ku me roja yekem dest bi kar kir, me ji şaredariyê re got ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê li derveyî bajêr qadeke komirê vekin. Pêşniyarên me ji bo vê çêbûn. Ev pêşniyarên me ji hêla walî û rêveberiya taybet ve hate qebûlkirin. Lê ev pêşniyara me ji aliyê şaredariyê ve nehat qebûlkirin. Li niha diçin gund û dibêjin ku ev xebata me ye û bi vî awayî propagandaya xwe dikin.”

‘Divê gele me guh nede van lîstîkan’

Her wiha Kilic bang li gel kir ku neyên van lîstîkan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şaredariya AKP’ê her xebatek me wekî ku fikrê wan be, nîşan dide. Em ji her xizmeta gelê xwe re amade ne. Pêwîst e gelê me neyê van lîstikan. Ger gumaneke herî biçûk a gelê me jî hebe, bila werin şaredariyê, gilî û pirsgirêkên xwe ji me re vebêjin. Em jî wê gelê xwe bi belgeyên fermî ronî bikin. Divê gelê me guh nede van lîstikan û neyê van lîstîkan.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar