Rêxistinên ciwanan ên li Enqereyê bi armanca şermezarkirina binçavkirina endamên Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) li avahiya rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Gelek nûnerên ciwanan beşdarî civînê bûn û xwestin binçavkirî werin berdan. Li ser navê rêxistinên ciwanan Newroz Gulen daxuyanî da û diyar kir ku li ser ciwanan polîtîkayên zext û tepisandinê didomin û tevî hemû hewldanên parêzeran jî sedema ciwanên li Emniyeta Enqereyê tên ragirtin nehatiye hînbûn.
Gulen anî ziman ku her tim li Enqreyê ciwan bi zextên polîsan re rûbirû dimînin û da zanîn ku bersiva herî xurt a li ber operasyonan û zextan têkoşîna hevpar a ciwanan e û xwest endamên SGDF’ê Yucel Yavû û Devrîm Taylan Eryilmaz werin berdan.
Her wiha Gulen got ku îktîdar ji rêxistinbûyîn û têkoşîna ciwanan ditirse û dixwaze bi rêbazên girtin, îşkence, revandin û lêferzkirina sîxurtiyê wan bitepisîne û diyar kir ku dê îktîdar nikaribe ciwanan wisa bitepisîne. ENQERE