Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dîwarê Bêbextiyê

Di mehên derbasbûyî de li ser sînorê Başûrê Kurdistanê û Rojava kortal hatine vedan, piştre li heman derê dîwarên bilind hatine lêkirin. Dîwarên hatine lêkirin ne ji aliyê dewleta Sûriyeyê ne jî Iraqê ve hatine çêkirin. Fermandayî û lêkiriyê dîwêr xwerû rêveberiya Başûrê Kurdistan; serok û Hikûmeta Herêmî ya Federal a Kurdistanê ne.

Çend sal berê ev nûçe belkî ecêb bihatana dîtin lê îro êdî ecêb nayên dîtin, ji ber ku em her roj bi şahidiyên bûyerên bi vî rengî re êdî rû bi rû dimînin. Rêveberiya Başûr weke makîneyeke dijkurd û Kurdistan dixebite, bêbextiyên xwe her roj bi mînakên cuda derpêş dike.

Roja 9ê cotmehê di navbera Hikûmeta Herêmî ya Başûr a Kurdistanê de peymaneke li dijî Şengalê û Êzdîxanê hate mohrkirin.  Mirov li geşedanên berê û piştî 3yê Tebaxê, siyaseta PDKê ya hevkar û dijkurd dinêre, gelek fikar û metirsî di hişê mirov de peyda dibin.

Gelo xêr e, berê dîwar hate lêkirin, têkiliya Başûr û Rojava hate qutkirin, paşê ev peymana li dijî Şengalê derket holê? Ev rewşa heyî balkêş e, mebest û armancên vê peymanê ji aliyê Hewlerê ango Hikûmeta Herêmî ya Federal a Kurdistanê radixe ber çavan. Fikar û metirsî jixwe ji vê yekê derdikevin pêş.

Serê pêşîn, dema hê êrîşa DAÎŞê nehatibû ser Şengalê di navbera DYA, Urdun, Erebistana Siûdî, PDK û dewletên piştgirên wan peymaneke qirêj û tarî hatibû mohrkirin. Ev peymana veşartî ji aliyê ajansên kurd ve hatibû deşîfrekirin. Planek hebû û navdewletî bû ku li Rojhilata Navîn li dijî kurd û Kurdistanê ji bo mebestên qirêj ên dewletên serdest û emperyal derî li DAÎŞê re hatibû vekirin. Êrîşa pêşî li ser Şengalê pêk hat.

Ji bîra kesên şopandibin neçûye, bi êrîşê re şervanên YPG û HPGê mudaxele kiribû, li hawara Şengalê hatibûn. Ji aliyekî ve berevaniya Şengalê kiribûn, aliyê din jî korîdorek vekiribûn û êzîdiyên ku ji komkujiyê filitîbûn derbasî Rojava kiribûn, ji komkujiyeke xedar rizgar kiribûn.

Îro ev koridor tê bîra mirov, bivê nevê fikar û metirsî li cihê xwe rûdinên. Peymana 9ê cotmehê eşkere û zelal li dijî Şengalê û êzîdiyan biryara êrîşê ye. Kingê û çawa pêk bê, tenê xwediyê biryarê dizanin. Lê wisa dixuyê ku ev dîwar ji beriya peymanê ve amadekariya êrîşên vê peymanê ne.

3yê tebaxê 2014an şervanên tevgera azadiyê bi hawara êzdiyên Şengalê hatin. Ev plangeriya li Urdunê hatibû lidarxistin têk çûbû. Lê di serî Tirkiye û PDK dijberiya Êzdîxaneyê ji wan rojan pê ve dest pê kiribû. Di armanca tîrên wan de Şengal û kurdên êzdî hebûn lê weke hincet hebûna PKKê nişan didan. Gava PKKê hêzên xwe li Şengalê derxistin vir ve jî beroşa kirêt ji bin ve kelandin û anîne wê qonaxê ku tev hêzên çekdar ji Şengalê bên derxistin, ev mebesta qirêj bi peymana Hewlêr-Bexda hate tacîdarkirin.

Niha ev yek jî eşkere bûye ku PDK dijkurd, hevkar û pêgira di destê dewleta tirk de ye. Li her derê berjewendiyên kurdan na, berjewendiyên tirkan û pê ve girêdayî berjewendiyên xwe yên hizbî û malbatî diparêzin. Bûne fedayiyên van berjewendiyan. Di bin her plana PDKê de dewleta tirk heye û derdikeve. Ev peymana dawiyê jî wisa ye.

Ev PDK bi van kirinan me mat nahêle, nasnameya xwe ya naskirî nişan dide. Gelo ji ber çi dîwar lê kir? Gelo di kûraya hişên wan de bi hevkariya Tirkiyeyê êrîşek heye? Gelo dixwazin êzîdiyên ku ji korîdorê derbasî Rojava bûn îro li dîwêr asê bibin û bi komkujiya bi destê DAÎŞê pêk nehat ew pêk bînin? Çi ji kurdên êzîdî dixwazin? Gelo dixwazin li Şengalê dewsa êzdiyan hêzên tarî bi cih bikin?

A herî girîng ev e; PDK a ku destûr neda peşmerge yek fîşekê li hember DAÎŞê biteqînin, ji ber çi û bi kîjan rûyî serweriya Şengalê dixwaze?

Dîwarê hate lêkirin helbet tenê ji bo Şengalê nehate çêkirin. Lê kî dikare teqez bibêje, plangeriya li dijî Şengalê di vê lêkirinê de tune ye? PDKê şerbeta hevkariyê û bêbextiyê vexwariye. Danîna wî dîwarî parçeyekî vê peymanê ye. Dewleta Iraqê jî parçeyekî vê planê ye. Eger bi lêferzkirina DYA û Tirkiyeyê, eger bi serê xwe dewleta Iraqê jî hevparê vê planê ye. Lê em baş dizanin ku kes bi qasî PDKê û di piştperdeya wê de dewleta tirk ji bo ev plangerî pêk bê, ne xwedî biryar û daxwazeke bi îştah e. Her du jî hevdem dîwaran lê dikin, qirejiyên weke hev pêk tînin. Şîv û taştêya wan tevahî ye.

Eger derfetên plangeriya peymanê pêk bên, riya êrîşan bikaribin vekin (ev yek girêdayî bertekên raya giştî ya kurdan û cîhanê ye) vê carê wê kiryarên ku DAÎŞê nîvcih hiştiye pêk bînin û komkujî, hîştina bêwar û bêcihiyê li serê Şengalê û kurdên êzîdî bialînin. Weke ku 2014an fedaiyên kurdên azadîxwaz riya felatê li Şengaliyan vekir îro nemîne da ku planên xwe bi rihetî pêk bînin û bi sed hezaran mirovan bê nefes bihêlin û bifetisînin.

Ji aliyê Şengalê ve tu wateyeke din a lêkirina dîwarê ser sînor nîn e. Çav berdane ax û welatê êzîdiyan, serkut û tunekirina ol, çand û baweriyên wan. Dîwarekî pêşîbir di nav axa kurdan de bêbextlê kirine ku kurdên xwedî xîret, azadixwaz û serînetew neyên hawara hev, pêşî li xêrnexwaziya xayîn bigirin. Ev jî tecrûbeya ji têkçûna DAÎŞê derxistine û bi biryar îradyekê  kifş dikin, plana ku DAÎŞê nîvcih hîşt ew ê bibin serî.

Ev dîwar tevî peymana Hewler û Bexdayê ya 9ê cotmehê îradeya dijkurd a bêbextî û îxanetê ye. Ev xetereya mezin, di serî de Şengal û gelê êzîdî li pêş kurd û Kurdistanê ye. Ancax bi yekitiya kurdan, bi berxwedana kurdan û bertekên dostên wan ên li cîhanê û qebûlnekirina vê plana bêbext ve girêdayî ye. Gelek planên wiha bêbext û xayîn bi îradeya gelan ve hatine dehfdan, îro jî wisa ye.

Ji bilî vê tu reçeteyek nîn e ku kurd  serî lê bidin. Ancax bi vî awayî dîwarê lêkirî yê xayîn di rastiyê de hilweşe.

Nûçeyên Têkildar