Nerazîbûnên li hemberî lihevkirina Hikûmeta Iraq û Hewlêr ya li ser Şengalê di nava xelkê êzidî de roj bi roj zêde dibe. Li bajarokê Xanesor a Şengalê dijî lihevkirina Bexda û Hewlêrê meşek hate lidarxistin.
Hemû saziyên Xanesorê ji ber avahiya Meclisa Gel heya Navenda Serdan û Pêşwazîkirina YBŞ’ê ya li Xanesorê ketin meşê. Di meşê de bi berdewamî bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana YBŞ’ê’, ‘bimre xiyanet hatin’ hatin berzkirin û her wiha alên YBŞ û YJŞ’ê hatin hildan.
Li ber navendê piştî rêzgirtina ji bo şehîdan li ser navê gelê Xanrsorê Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Xoxê Cindî axaftinek kir.
Xoxê Cindî soza gel a bi şervanê parastina Êzidxanê YBŞ û YJŞ’ê dubare kir û wiha got: “Niha Şengal ewle ye, pêwîstiya gelê Şengalê bi tu kesî din nîne wan biparêze, di dema ku pêwîstiya me bi parastinê hebû û em di nava destê çeteyan de bûn, pêşmerge me neparastin, lewra piştî pêkanîna ewlekariyê ji aliyê zarokên me ve pêwîstiya me bi tu kesî din nîne. Ger bê xwestin jin, zarok û kal wê her kes xwedî li axa Şengalê, YBŞ, û YJŞ’ê derkeve.”
Li ser navê PADÊ’ jî Hemed Bişar axivî. Bişar bang li xelkê êzidî her derê kir da ku li hemberî lihevkirina Bexda û Hewlêrê dakevin kolanan.
Bişar got ku bazarek qirêj li ser civaka êzidî û tevahî pêkhateyên Şengalê tê kirin, divê neyê qebûl kirin û bêdeng neminin û pirsa ‘6 sal e bi sedan jinên êzidî di bazaran de tên firotin, çima ji bo rizgarkirina wan lihev nakin?’ kir
Her wiha meş piştî axaftinan bi dawî bû. XANESOR