Navenda Nûçeyan |
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî duh serdana Ewropayê kir. Li gorî daxuyaniya ofîsa serokwezîrtiya Iraqê, Kazimî li Fransayê ye û niha bi serokwezîrê Fransayê Jean Castex re di civînê de ye.
Şêwirmendê serokwezîrê Iraqê Hîşam Dawid li ser armanca serdana Kazimî ji medyaya Iraqê re axivî û wiha got: “Wê di serdana Kazimî a ji bo Fransa, Almanya û Brîtanyayê de, mijarên aborî hebin. Her wiha giringiya kampanyayên Ewropayê ji bo avakirin û hemû aliyên din de. Dê alîkariya aborî, leşkerî û hemahengiya siyasî jî werin gotubêjkirin.”