Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan di paraznameya xwê ya dawîn de di cîlda 5’emîn de behsa peymanên di navbera netew- dewlet û netawa -demokratîk de dike. Dibêje netew – dewlet û netewa demokratîk heta ku dinya bizivre nikarin bi hevre di nav şer de bin. Pêkan e ku di navbera her du xetan de hevdîtin û lihevhatin çêbin. Ev lihevhatin û hevdîtin divê li ser esasa bi rêzgirtinê pêk were.
Dema min van hevokan xwendin mijara Şengalê hat bîra min û çareseriya Şengalê jî derket holê. Piştî ku li ser Şengalê peyman di navbera Bexda û Hewlêrê de çêbû hîn hêz daxuyaniyên piştgiriyê dan, hîn jî li dij peymanê daxuyanî dan û helwest nîşanda. DYA, Bexda, Hewlêr û Urdun piştgirî dan peymanê. Li pişt perdeyê jî dewleta tirk piştgirî dide vê peymanê. Rêveberiya Xweser a Şengalê bertek nîşanê peymanê da û got ew bi vî rengî vê peymanê qebûl nakin. Li ser maseyan peyman hevpeyman tenê çêkirin lê li qadê jiyanê rewş cuda ye. Ger hêzên Bexda û Hewlêrê bê muzakere û diyalogê bi aweyek yekalî biryar bigirin û bimeşînin dê bûyerên xetere biqewimîn. Na ger bi hêzên herêmî re bi rêveberiya xweser re bi muzakere û diyalogê bi pêş bixin îhtîmale çareseriyek çêbibe. Ji niha ve bûyerên ku bi peymana Şengalê vê girêdayîne diqewimîn. Li Bexdayê buroya PDK’ê û ala herêma Kurdistanê hat şewitandin. Li şûna alê posterên Kasim Silêmanî hate daleqandin. Wê kesên ku vî bûyer kirin alîgirên Îranê ne. Wiha xuyaye ku Îran ji polîtîkayên Mûstafa Kazimi û peymanên di navbera Bexda, Hewlêr û DYA’yê de nerazî ye. Di pêşiya peymana Şengalê de jî Wîlayeta Nînovayê nêzî Misûlê bi fuzeyan êrîşî Hewlêrê kiribûn. A niha jî li Bexdayê êrîşî buroya PDK û ala başûrê Kurdistanê kirin. Li Hewlêrê jî hîn ciwanan ala Iraqê şewitandin. Gelek kurdistanî jî vî helwestî ne razîn e. Ala başûrê Kurdistanê sembol e ji bo başûriyan. Bi hasasiyet û nirxên gelan leyîstandin û şewitandin bê rûmetiya li hember wî gelî ye. Weke din şiî û ereb li hember kurdan tên sorkirin. Ev sorkirin jî ji bo kurdan talûke ye. Hin hêz dixwazin di navbera kurd û ereban de şer derkeve.
Şengal cihê mezheb, ol û netewên cuda cuda ne. Ne cih û warê yek netew, yek ol û yek mezheb e. Gundê derdor bi giştî kurdên êzidî ne, navenda bajêr jî nîvî kurdên êzidî ne, nîvê din jî kurdên şiî, erebên şiî û sûnî, tirkmenên şiî ne. Bi gişt bajerekî êzdî û cih warê êzidiyan tên naskirin û qebûlkirin lê di nav de hîn ol, mezheb û gelên din jî hene. Ji ber vê yekê jî Şengal cihek xweser e û teybetmendiyên wî yên olî, mezhebî, netewî, cografîk hene. Rêvebertî û pergala rêbertî jî divê xweser û demokratik be. Yek ol, yek netew, yek mezheb, zihniyeta netewa dewletê ye. Dîsa jî navend û bi burokratan bi rêveberî sîstema netew dewlet e. Qaymeqam burokratê dewleta navendî ye. Lê meclisa gel pergalek rêveberiya netewa demokratîk e. A niha li Şengalê bi zihniyeta netewa demokratîk pergalek hatiye avakirin. Rêveberiyek xweser û ji gelê Şengalê hatiye avakirin. Netew ol û mezhebên cuda cuda dikarin di nav rêveberiyê de cih bigrin.
Lê peymana ku hatiye çêkirin bi zihniyeta netew dewletî tevdigere. Zihniyeta netewperest, olperestî, mezheppersestî û pergala netew dewletî Rojhilata Navîn kiriye gola xwînê. Dibêje ez ê bi qeymeqam ango bi burokratê xwe Şengalê bireve bibim. Îdareya Şengalê li derdora vî qeymeqamî teşe bigire. Weke din hêzên asayîşê jî ew ê diyar bikin. Ên ku heya niha Şengal rizgar kirine û li ber xwe dane bi daxwaza Tirkiyeyê cih nade wan a di nav asayîşa bajêr de. Ger bi vî zihniyetî herin çareserî nabe. Netewa dewlet zihniyet û pergala netewa demokratî qebûl neke dê çareserî çênebe û îhtîmal e şer derkeve.
Netewa demokrat û netewa dewlet dikarin lihev bikin. Ger her du hev nas bikin dê çareserî bi pêş bikeve. Na ger hev înkar bikin û qebûl nekin dê çareser nebe û şer derkeve. Ev yek jî ji bo tu kesî dê ne baş be. Bi teybetî dê ji bo gelê kurd bi xwe re xetereyan bîne.