Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li Rojava kongreya jinan

Kongreya Star a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 8’emîn Kongreya xwe bi dirûşma ‘Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dagirkeriyê têk bibin û şoreşa jinê misoger bikin’ li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajaroka Rimêlanê ya girêdayî navçeya Girkêlegê ya Qamişloyê li dar xist. 300 delegeyên rêxistinên jinan ên girêdayî Kongreya Starê beşdarî kongreyê bûn. Bi tevlibûna 300 delegeyan li dar xist. Di heman demê de jinên ereben ên li Tebqa, Reqqa, Minbic û Dêrezorê jî ji bo kongreyê hatin vexwendin. Wêneyên jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn, alên Kongreya Star û pankarta ‘Li dijî qirkirina jinan, dema parastina jin û civaka azad e’ bi salona kongreyê ve hatin kirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, ji bo dîwana kongreyê 5 jin hatin hilbijartin.

Dûre Berdevka Kongreya Starê Evîn Siwêd axaftina vekirinê ya kongreyê kir û xêrhatina veşdarvanan kir. Siwêd bal kişand ser rol û rista jinan a li Rojava û wiha axivî: “Jinên li rojava Kurdistanê pêşengtiya pergala demokratîk dikin û di oxira wê de canê xwe feda kirin. Li dijî faşîzmê em têkoşîna xwe didin meşandin. Şerê li Sûriyeyê bandorekê pir mezin li jinan kir. Hemû şerên ku ser civakan hatine ferzkirin bi xwe re encamên xerab anîn. Vê aloziyê tecawiz, tundî, qetilkirin û koçberî bi xwe re anî. Ev yek jî bandora wê herî zêde li jinan hat kirin. Lê bi vê yekê re têkoşîna jinan jî gihişt astekê herî bilind.  Jinan bi îradeya xwe avakirinên bi nirx bi xwe re anînin. Li ser vî esasî em ê hemû hêzên qirker têk bibin û rêxistina xwe xurt bikin. Berxwedana jinên azad wê bi ser bikeve.”

‘Jinan têkoşîna serkeftinê dan meşandin’

Li ser navê Hêzên Yekineyên Parastina Jinê (YPJ) Zeyneb Efrîn jî axivî û ev tişt anî ziman: “Kongreya Star encama keda 40 salî ye û di nava hemû şertên zehmet de jinan xwe bi rêxistin kir û kongreya xwe li dar xistin.  Jinên ku gihane asta şehadetê em wan bi bîr tînin. Ji bo ku şoreş bi ser bikeve her jinan têkoşîna serkeftinê dane meşandin. Ji bo ku em bikaribin di şerê xwe de bi ser bikevin, em ê rêxistina xwe xurt bikin. Jinan di hemû kar û xebatên xwe de guhertin bi xwe re anîn. Bi ked û berdelên pir mezin me civaka xwe parastin, hîn jî berpirsiyartiya li pêşiya me heye. Planên ku ser şoreşa me hatine kirin barê me giran dike. Pêwîst e em vê axê bi hemû jiyan û hêza xwe biparêzin.”

‘Em ê pergala neteweya demokratîk mayînde bikin’

Hevseroka Desteya Rêveber Berîvan Xalid jî li ser navê Rêveberiya Xweser, axaftinek kurd kir. Xalid anî ziman ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û wiha got: “Şoreşa Rojava bi salan bi zor û zehmetiyan re derbas bû. Yên ku pêşengtî jê re kirin jinên Rojava bûn. Di nav de jî, jinên hemû netewan xwe dîtin û mohra xwe li serkeftina şoreşê xistin. Hêzên teror bi zihniyeteke qirêj şerê me dikin û dixwazin dest biavêjin nirxên jin û jinan ji xwe re bikin hedef. Kongreya Star weke rêxistina jinê ji tevahî jinên cîhanê re bû mînak. Weke Rêveberiya Xweser jî dikarîbû bibe hêz ji bo hemû jinên ku di nava Rêveberiya Xweser de cihê xwe digirin. Yê ku pergala netewa demokratîk mayinde bike jinên rojavayê Kurdistanê ye.”

Piştî axaftinan, sînevîzyona derbarê kar û xebatê Kongreya Star de hat pêşkêşkirin.

Li gorî bernameya kongreyê, dê rapora xebatên 2 salên borî bê xwendin û nîqaş li ser bên kirin û di dawiya kongreyê de jî eê ji bo Koodînasyona Kongreya Starê ya Rojava 5 jin bên hilbijartin. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar