Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

HPC’ê bi meşekê piştgirî da pêngava KCK’ê

Bi dehan endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên Kantona Qamişloyê bi armanca piştgiriya pêngava KCK’ê ya bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ meşeke girseyî li dar xist.

Di meşê de pankartên bi nivîsa ‘Em komploya navneteweyî ya 9`ê Cotmehê şermezar dikin’, ‘Em ê 10’ê Cotmehê bikin roja azadiya Rêber Apo’, ‘Bijî berxwedana Îmraliyê’ û ‘Azadî ji bo Rêber Apo’ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan jî rakiribûn.

Meş ji çerxerêya Şehîd Yasir Xanîka ya li bajarê Qamişloyê destpê kir û bi dirûşmên ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne Serok’ û ‘Bijî Serok Apo’ dewam kir.

Meşevanan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kirin ku heta Ocalan azad nebe dê li ser pêyan bin û ew ê her tim li ser fikir û felsefeya Ocalan bimeşin.

Meş li ber Mala Gel a taxa Enteriyê rawestiya û veguherandin mîtingê, di mitîngê de endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulkerîm Saroxan axivî.

Saroxan diyar kir ku ev coşa pir mezin layîqî serdema ku ew têde dijîne û wiha got: “Serdema ku biryara tunekirina me girtine û me jî biryara zindîkirina xwe girtiye û biryara berxwedaniyê me girtiye, bila her kes baş bizanibe ku em ê li ber xwe bidin.”

Saroxan da zanîn ku gefên dewleta tirk a dagirker ên li bakur û rojhilatê Sûriyê ne ji xurtbûna wê ye, ji ber lawazbûna hêza wê ye.

Mîtîng bi berzkirina dirûşma ‘Bijî serok Apo’ bi dawî bû. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar