Di 18 salên îktîdara AKP’ê de ligel gelek binpêkirinên mafan, ji derdorên bi gelek zext zoriyan re rû bi rû man jî yek jê rojnameger bûn. Di 18 salên vê îktîdarê de derbarê bi sedan rojnamegeran de doz hatin vekirin, bi sedan rojnameger û malperên nûçeyan hatin girtin. Li gorî rapora parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû ku di 24’ê tîrmehê de parve kiribû, di 18 salên îktîdara AKP’ê de herî kêm 721 rojnameger hatine girtin. Herî zêde jî di dema Rewşa Awarte, yanî di navbera 2016-2017’an de. Li gor raprê di sala 2016’an de 145 rojnameger, di sala 2017’an de jî 206 rojnameger hatine girtin. Her wiha li gor Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Rojnamevanên a Cîhanê ya 2020’an ku Rojnamegerên Sînornenas parve kiribûn, Tirkiye di nava 180 welatî de di rêza 154’an de ye.
Niha çendî ku şewba covîd-19’ê heye jî zêdetirî 100 rojanmeger girtîne û ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ jî di nav de herî kêm 260 rojnameger hîn jî tên darizandin.
Di sala 2002’yan de gava AKP bû îktîdar 17 rojnameger, di sala 2003’yan de 15 rojnameger hatin girtin. Her wiha gava ewil a monopolbûyîna di qada çapemeniyê de jî bi desteserkirina Star TV û Rojnameya Starê ya aydê Koma Ûzanê dest pê kir. Aydin Doganê ku ewilî nêzî îktîdarê bû ev rojname û televîzyon kirîn û paşê jî firotin Koma Dogûşê ku xwediyê wê Ferît Şahenk e. Gava duyemîn a monopolbûyîna di qada çapemeniyê de jî di sala 2007’an de hat avêtin. Vê salê ATV û Rojnameya Sabahê hatin desteserkirin û firotin Koma Çalikê ku wê demê berat Albayrak gerînendeyê wê yê giştî bû.
Ambargoya li ser çapemeniyê
Piştî gavên ji bo monopolbûyîna di qada çapemeniyê de di sala 2006’an de 22, di sala 2007’an de 9, di sala 2008’an de 23, di sala 2009’an de 37 û di sala 2010’an de jî 9 rojnamevan hatin girtin. Dîsa di van salan de ji ber ku Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) hêdî hêdî ji AKP’ê dûr diket, 4.8 milyar bac lê hat birîn. Ji ber vê bacê Koma Dogan hêdî hêdî biçûk bû.
Hedef çapemeniya azad
Di sala 2011’an de jî di bin navê ‘Operasyona Çapemeniyê ya KCK’ê’ de operasyonek hat kirin û 58 rojnameger hatin binçavkirin. Rojnamegerên hatin girtin hin di Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA), Rojnameya Ozgur Gundem û Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) de dixebitîn. Piştî vê operasyonê di sala 2011’an de bi giştî 36 rojnameger hatin girtin.
Piştî vê jî zext û zoriyên li ser çapemeniyê nesekinîn. Di sala 2012’yan de 5, di sala 2013’yan de yek, di sala 2014’an de 2 û di sala 2015’an de jî 8 rojnameger hatin girtin. Her wiha di van salan de rojnameya Mîlliyet û Vatanê ku di bin banê DHA’yê de bûn firotin Demîroran-Karacanê. Piştî vê bi demekê Koma Karacanê dev ji şirîkantiyê berda û her du rojname ketin destê Koma Demîrorenê.
Pêvajoya Rewşa Awarte
Lê belê piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an de hejmara rojnamegerên hatin girtin zêdetir bû. Piştî helwdana darbeyê Rewşa Awarte hat ragihandin û bi Rewşa Awarte re zext û zoriyên li ser rojnamegeran zêdetir bûn. Di vê demê de biryarnameyên di hikmê qanûnan de (KHK) li ser hev hatin derxistin û bi van biryarnameyan DÎHA, JINHA, Ozgur Gundem, TV 10, ÎMC û Hayat TV jî jî di nav de gelek saziyên çapemeniyê yek bi yek hatin girtin. Piştî hatin girtin mal û milkên wan hatin detsserkirin. Di sala 2016’an de 145 rojnameger hatin girtin.
Di sala 2017’an de jî zext û zorî kêm nebûn. Di vê salê de Dîhaber hat girtin û piraniya xebatkarên wê hatin binçavkirin. Her wiha gelek kovar, rojname, radyo û televîzyon jî hatin girtin. Di sala 2017’an de ji rojnamegerên hatin binçavkirin 206 jê hatin girtin.
Monopolbûyîn temam bû
Di sala 2018’an de jî 56 rojnameger hatin girtin. Di vê salê de Koma Çapemeniyê ya Doganê bi temamî firotin Koma Demîrorenê. Piştî DHA dewrî Demîrorenê hat kirin gelek xebatkar ji kar hatin derxistin an jî bi gefxwarinan hatin tepisandin. Piştî vê çapemeniya berbelav bû yek deng.
Fînansman ji şaredariyan
Di sala 2019’an de jî 130 rojnameger hatin girtin. Piştî di hilbijartina herêmî ya sala 2019’an de piraniya şaredariyên mezin ji dest îktîdarê derketin, wê çaxê derket holê ku bê şaredariyên AKP’î saziyên çapemeniyê yên nêzî xwe çawa fînanse kiriye. Derketibû holê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê di navbera 2017-2019’an de ji bo reklaman 15 milyon û 293 hezar TL daye Tûrkûaz Holdîngê, 9 milyon û 127 hezar TL daye Yenîşafak û TVN’ê ku Albayrak xwediyên wê ne û milyon û 189 hezar TL jî dane rojnameya Tirkiyeyê û ÎHA’yê ku xwediyê wan Koma Îhlasê ye.
Her wiha Serokatiya Raghandinê ya girêdayî serkomartiyê jî kartên çapemeniyê yên zer ên bi dehan rojnamegeran betal kir.
Nûçe sûc hatin dîtin
Di sala 2020’an de jî herî kêm 38 rojnameger hatin girtin. Herî dawî nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr û nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Salan ji ber nûçeya der barê du welatiyên ji helîkopterê hatibûn avêtin hatin girtin.
RTUK û BÎK
Di 18 salên dawî de RTUK qanalên muxalîf reş dike û Desteya Ragihandinê ya Çapemeniyê (BÎK) jî dixwaze rojnamegerên muxalîf bitepisîne. Bi cezayên di warê îlanan de Fox TV, Tele 1, Halk TV, BirGun, Evrensel Û Cumhuriyet di warê aborî de tên tengijandin.
‘Armanc hemû derew ji cihekî ve bên ragihandin’
Sekreterê Giştî yê Basin-Îşê Farûk Eren destnîşan kir ku sedema zext û zoriyan ew e ku hemû derew tenê ji aliyê cihekî ve bên ragihandin. Eren anî ziman ku êdî îktîdar tehemulî dengekî muxalîf jî nake û wiha got: “Lewma tevahiya çapemeniyê xist bin kontrola xwe. Bi operasyonên aborî û fiîlî çapemeniya navendî xist destê xwe. Lê Erdogan gilî dike dibêje ‘çapemenî dengê me ranagihîne.’ Ew jî êdî fam dikin ku ew çapemeniya ji sedî 90 di dest wan de ye tu bandorê li civakê nake. Ji ber medyaya ji sedî 2-3 bêtir bi bandor e, lewma bi zext û zoriyan bi ser de diçin.”
Her wiha Eren diyar kir ku li dijî zext û zoriyan çi ji destê rojnamegeran tê dikin û bi awayekî rastiyê radigihînin gel û got ku ya zext û zoriyan bişikîne civak bixwe ye û divê ji bo mafê nûçewergirtin, demokrasî û aştiyê têbikoşe. STENBOL