Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Danişîna ewil a derbarê kuştina Tahîr Elçî de li Amedê tê dîtin

Danişîna ewil a doza derbarê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li bin Minareya Çar Ling a Sûra Amedê de hatibû qetilkirin saetê sibê dest pê kir. Di danişîna 3 polîs 4 bersûc tên darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn Amedê tê dîtin.

Polîs F.T., S.T. û M.S. yên ne girtî tên darizandin ji sûcê ‘bûne sedemê kuştina bi zanebûn û qestî’ tên darizandin û ji 3 salan heta 9 salan cezayê hepsê bo wan tê xwestin. Bersûcê firarî Ûgûr Yakişir hem ji kuştina Elçî û hem jî ji kuştina polîs Cengîz Erdûr û Ahmet Çiftaslan ên kêliyek beriya Elçî hatibûn kuştin tê darizandin û derbarê wî de 3 caran cezayê muebeta girankirî û 45 sal cezayê hepsê tê xwestin.

Beriya danişînê polîsan bi barîkatan derdora Edliya Amedê hat girtin. Li hundirê edliyê jî bi dehan polîs hatin bicihkirin û gelek polis jî li eywana danişînê hatin sekinandin.

Malbata Elçî, parlamenterên HDP’ê Hişyar Ozsoy, Necdet Îpekyuz, Dersim Dag, Mehmet Ruştu Tiryakî, parlamenterê serbixwe Ahmet Şik, parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû, endama Delegasyona Yekitiya Ewropayê ya Tirkiyeyê Sema Kiliçer, serokên baroyên Amed, Stenbol, Îzmîr, Mêrdîn, Dîlok, Colemêrg, Edene, Êlih, Riha, Sêrt, Şirnex û parêzerên ji gelek bajaran hatine, parêzvanên mafê mirovan ji bo beşdarî danişînê bibin hatin edliyeyê.

Lê bele her kesî bernedan hundir. Bi endamên şandeya dadgehê re bi giştî 88 kes berdan hundir.

Danişîn bi tespîta nasnameyan dest pê kir.

Turkan Elçî û parêzerên Elçî amade bûn

Polîsên bersûc S.T., F.T. û polîs M.B. yê hatiye îxrackirin û parêzerên xwe bi rêya pergala deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Hevjîna Elçî, Turkan Elçî û parêzerên Elçî di danişînê de amade bûn.

Di danişînê de hat zanîn ku bersûcê firarî Ûgûr Yakişir ê tê gotin ‘endamê rêxistinê ye’ derbarê wî de biryara girtinê heye.

Parêzerên Elçî xwestin bersûc beşdarî danişînê bibin. Serokê dadgehê got ku ew ê piştî parastina bersûcan daxwaza parêzeran binirxînin. Parêzer Fîkret Îlkîz diyar kir ku ji bo darizandina çeperast dikaribin bikin û li gorî pêwîstiya ûsûlê divê ewil derbarê bersûcan de biryara beşdariya danişînê were dayîn.

Parêzerên malbata Elçî daxwaz kirin ji bo darizandin bi çalak were kirin wesfê sûc, girîngiya dozê, têkoşîna bi bêcezakirinê re dîroka danişînek were diyarkirin ku bersûc beşdar bibin.

Serokê dadgehê bi rêya SEGBÎS’ê ji bersûcan pirsa dixwazin beşdarî danişînê bibin an nabin kir. Bersûcan gotin ku ew dixwazin li bajarên lê dimînin bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bibin.

Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran a ku bersûc beşdarî danişînê red kir.

Bersûc dê bi SEGBÎS’ê werin guhdarkirin

Parêzerên malbata Tahîr Elçî xwestin bersûcên polîs werin li danişînê îfade bidin. Parêzeran got ku heke neyên ewyana danişînê di ekrana SEGBÎS’ê de tiştek nayê fêmkirin û ji ber ku danişîn bi rêya SEGBÎS’ê bi pêkûpêk nayê kirin, di van şertan de darizandin pêk nayê.

Şandeya dadgehê guhdarkirina bersûcan a bi rêya SEGBÎS’ê li gorî ûsûlê dît, daxwaza parêzeran red kir û saet heta 14.00’an navber da danişînê. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar