Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Doza Tahîr Elçî hat taloqkirin

Danişîna ewil a doza derbarê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li bin Minareya Çar Ling a Sûra Amedê de hatibû qetilkirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn a Amedê hat lidarxistin. Di danişînê de 3 polîs bersûc S.T., F.T. û M.S. bi rêya pergala deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Hevjîna Elçî, Turkan Elçî û bi dehan pararêzer û gelek serokên baroyan danişînê şopandin.

Piştî navbera nîvor a dozê Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin mafê axaftinê xwest. Serokê dadgehê bi hinceta bêdestûr mafê axaftinê hatiye xwestin hişyariya dê Aydin derxin derveyî eywana danişînê kir. Li ser vê yekê parêzer Mehmet Emîn Aktar daxwaza reda dadgerî kir.

Pişt re Turken Elçî a muştekî mafê axaftinê xwest û wiha got: “Ez dixwazim hûn wê nezaketa ku ramanên xwe bêjim û ji dozê çi dixwazim guhdar bikin. Heta ez hatim vir jî baweriya min ji bo we tam bû.”

Serokê dadgehê hişyarî da Turkan Elçî jî ku wê ji eywana danişînê were darxistin.

‘Em dixwazin sûcdarên rasteqîn werin tespîtkirin’

Parêzerên malbata Elçî jî wiha gotin: “Darizandina ceza dîsîplîna rasterast mafê mirovan eleqedar dike. Em ji we daxwaza ne bersûc lê bi rastî jî kesên vê planê amade kirine û sûcdarên esas werin tesptîtkirin dixwazin.”

Parêzer Orhan Kemal Cengîz jî ji ber mafê axaftinê nedan Turkan Elçî xwest biryara daxwaza reda dadgerî ya tevahiya parêzeran were dayîn.

Dadgeh ji nirxandina daxwaza reda dadgerî reviya û destnîşan kir ku ew ê biryara tevahiya parêzeran ji danişînê derbixe da û parêzeran hişyar kir.

‘Kes nikare me ji van eywanan derbixe’

Mehmet Emîn Aktar di vê kêliyê de axivî û wiha got: “Em dibêjin ku di vê qonaxê de mafê me yê daxwaza beşdariyê heye. SEGBÎS heta ne ji neçarî be, li dijî rêgeza rûbirûbûnê ye. Pêwîst e reng û rûyê bersûcan were dîtin. Heta îro tu dadger û dozgerî nikaribûne min ji danişînek derbixin, îro jî ez derxistina ji vê danişînê qebûl nakim. Lê belê em dikarin li ser îradeya xwe derkevin. Şandeya Dadgehê dixwaze bê me darizandinê bike. Ji ber ku şandeya dadgehê bêteref û neserbixwe tevdigere, em daxwaza reda dadgerî dikin.”

Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin xwest tespîta ku reng û rûyê bersûcan bi rêya SEGBÎS’ê nayê xuyakirin were kirin. Lê belê dadger mafê Aydin birî. Dadger piştî nîqaşan dest bi guhdariya daxwazên reda dadgerî ya parêzerên muştekî kir.

Polîs di korîdorê de hatin bicihkirin

Li eywana danişînê di navbera parêzer û şandeya dadgehê de nîqaşên tund derketin û di vê kêliyê de polîsên hêzên çevîk ên bi mertal taqviyeyî kîrodorê hatin kirin. Li korîdorê nêzî 60 polîsên bi mertal hatin amadekirin.

‘Dozname bi nakokiyan tije ye’

Di danişînê de ji parêzerên malbata Elçî, Nahît Eren diyar kir ku dadgeha ku di cotmeha 2015’an de biryara girtina Tahîr Elçî da vê şandeya dadgehê jî wijdana xwe girtiye û tevger dike. Eren bertek nîşanî destûr nedayîn axaftina Turkan Elçî da.

Parêzerê muştekî Mahsûnî Karaman jî destnîşan kir ku divê beriya her tiştî dadgeh doznameya tije nakokî qebûl nekira û wiha got: “Bi doznameyek a di vir de ye ya jî di wir de ye darizandin nayê kirin. Ez daxwaza reda dadgerî dubare dikim.”

Danişîn hat taloqkirin

Şandeya dadgehê bi hinceta ku di mijara reda dadgerî de Dadgeha Cezayê Giran a 11’emîn a Amedê biryar bide û qeydên SEGBÎS’ê werin deşîfrekirin biryar da û danişînê taloqî 3’yê Adara 2021’an kir.

Piştî taloqkirina dozê, şandeya parêzeran, siyasetmedar û parêzvanên mafê mirovan û Turkan Elçî li ber Dadgeha Amedê daxuyanî dan çapemeniyê.

‘Em ê ji bo dozê li ber xwe bidin’

Ewilî Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin axivî, behsa hûrguliyên danişînê kir û helwesta şandeya dadgehê şermezar kir. Aydin got helwesta dadgehê nayê qebûlkirin û bedela vê dozê çi dibe bila bibe ew ê heta sûcdarên rasteqîn dernekevin holê dê dû vê dozê bernedin û li ber xwe bidin.

Piştî Aydin, Turkan Elçî axivî û beyanên ku wê di danişînê de li rûyê şandeya dadgehê bixwenda û destûr nehat dayîn were xwendin ji çapemeniyê re xwend û bi raya giştî re parve kir. Elçî got ku ew hêvîdar e ku dê dadger guh bide van beyanên ku amade kiriye. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar