Li Edeneyê, ji ber sedemeke ne diyar di saetên serê sibehê de li Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçulerê şewat derket. Şewat ji aliyê komên agirkujiyê ve hat vemirandin û hat ragihandin ku gelek polîs û komên tenduristiyê sewqî girtîgehê hatine kirin. Nehat zanîn ku şewat çawa derketiye û birîndar hene ya na. Derbarê şewatê de tu daxuyaniyeke fermî nehat dayîn. EDENE