Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Di warê tecrîdê de CPT durûtiyê dike’

Li Girtîgeha Îmraliyê, şert û mercên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de ne her diçe girantir dibin. Serokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mêrsînê Mehmet Aliş û Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê Hakki Demîr, tecrîda li ser Ocalan nirxandin.

Hevserokê HDP’ê yê Mêrsînê Mehmet Aliş destnîşan kir ku ji bo welêt ji nav gerîneka şerî derkeve tekane navnîşan Îmrali ye û wiha got: “Rêvebirên welêt jî baş dizanin ku birêz Ocalan ji bo aştiya civakî û ji bo çareserkirina nakokiya li Rojhilata Navîn xwedî hêzeke çareseriyê ye. Ji bo bidawîbûna şer û pevçûnan û ji bo çareseriyê birêz Ocalan firsendek mezin e. Tirkiye divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî li hin deverên din li çareyê negere. Divê vê yekê li hundir bike.”

Tirkiye tê tecrîdkirin

Aliş diyar kir ku tecrîda li ser civakê rengvedana tecrîda li ser Ocalan e û ev tişt anî ziman: “Tirkiey tê tecrîdkirin. Di şexsê Îmraliyê de tecrîda li girtiyên siyasî tê kirin sûcek e li bara mirovahiyê. Polîtîkayên îktîdarê ne ehlê çareseriyê ne. Tu civak bi şer û pevçûnan muferih nabe. Ji bo azadiya civakê, divê serbixwebûna hiqûqê esas bê girtin. Siyaseta şerî bi kêrî Tirkiyeyê nayê. Tirkiye dikare dev ji van polîtîkayan berde û li herêmê ji bo aştiyê xwedî rol be. Di vî warî de jî divê pêşniyarên ji bo çareseriyê yên birêz Ocalan bên dîtin.”

Tecrîd binpêkirina mafê mirovan e

Serokê ÎHD a Mêrsînê Hakki Demîr jî ji bo tecrîda li ser Ocalan got ku tecrîd cezayê li ser ceza ye û bi awayê herî giran binpêkirina mafên mirovan e.

Demîr anî ziman ku cezayê ku li Ocalan hatiye birîn diyar e û wiha got: “Jixwe li hundir cezayê xwe dikişîne lê belê bi ser de jî hevdîtina bi parêzeran û malbatê re jî asteng dikin. Ev binpêkirineke pir giran e û nahêle pirsgirêka kurd bê çareserkirin.”

‘CPT durû ye’

Her wiha Demîr destnîşan kir ku di raporên ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) car carinan aşkera dike de jî diyar e ku Ocalan di şert û mercine tecrîdeke giran de dimîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lê mixabin ew durîtiya welatên Ewropayê ya di vî warî de bandor li CPT’yê jî kiriye. Tê tespît dike lê tişta ku divê bike nake. Binpêkirina mafan tespît dike lê tenê qîma xwe bi daxuyaniyê tîne. Ev tê çi wate yê? Divê zorê bide Tirkiyeyê ku di warê hiqûqî de gavan biavêje. Di warê navneteweyî de divê hin gav bên avêtin. Lê belê di vî warî de CPT tişta ku divê bike nake. Heger Ewropa di vî warî de baş tevbigeriya îro dê Tirkiye bi rihetî ev pêkanînên antîdemokratîk nekirina.” MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar