Danişîna doza bi îdîaya ‘Propagandeya rêxistinê kirin’ a bi hinceta parvekirinên medyaya civakî derbarê Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn de hatibû vekirin, li 36’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaylayan a Stenbolê hat lidarxistin. Eren Keskîn û parêzerên wê beşdarî danişînê bûn. Di danişînê de, ewil dozger axivî û xwest ev dosya bi dosyayekê din a li 13’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dewam re bibe yek.
Keskîn di parastina kir de, biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) a ji bo Sirri Sureyya Onder û Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê dayî bi bîr xist û wiha got: “Dadgeha Qanûna Bingehîn biryara îhlalê dabû. Divê êdî dozên wiha neyên vekirin. Em ne mecbur in ku mîna dewletê bifikirin.”
Şandeya dadgehê piştî parastin Keskîn biryara xwe aşkera kir. Dadgehê xwest ku daxwaza dozger a ev dosya bi dosyayekê din a li 13’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dewam re bibe yek bê nirxandin û danişîn taloqî 24’ê kanûnê kir. STENBOL