Li bajarê Leîpzîg ê Almanyayê, ji bo danasîna pirtûka ‘Sosyolojiya Azadiyê’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan panelek hate lidarxistin.
Panel ji aliyê wergêr ve hate kirin û gelek ciwan tev li bûn. Têkildarî Ocalan, her wiha sîstema konfederal demokratîk, rêvebirina xwe bi xwe û civaka exlaqî û polîtîk pirs hatin kirin.
Di panelê de hate ragihandin ku divê her kes xwedî li pêngava ‘Azadî ji Ocalan re’ derkevin û hate diyarkirin panel dê 23’yê cotmehê saet 18:00 li Navenda Civaka Demokratîk a Dresdenê dewam bike. LEÎPZÎG