Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Tecrîda li Îmraliyê kete rojeva meclisa alman

Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) ya ser bi Konseya Ewropayê, li gorî serdana sala 2019’an a li girtîgeha Girava Îmraliyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê dîlgirtî ye, raporek amade kir û meha tebaxê aşkera kir.

Di raporê de hate ragihandin ku li Îmraliyê tecrîd dewam dike. Li gel vê raporê jî Konseya Ewropa û welatên rojavayî neketin nava liv û tevgerê. Ji ber vê yekê, ji partiyên muxalefetê yên alman Partiya Çep pêşnûme pirsek amade kir û mijar xist rojeva Meclisa Federal.

Pêşnûmepirs bi pêşengiya parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût hate amadekirin û ji hikûmeta federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel hate pirsîn ku li ser tespîta CPT a ku dibêje ‘Tecrîd li Îmraliyê mayinde bûye û tevî hişyariyên sala 2016’an jî hîn guhertin nehatiye kirin’ çi difikire?

Di pêşnûmepirsê de bi taybetî îşaret bi astengkirina serdanên parêzeran û malbatê yên li Îmraliyê hate kirin û ev pirs hate kirin: “Di hevdîtinên we de yên bi nûnerên hikûmeta tirk re, şert û mercên girtîgeha Îmraliyê tên rojevê?”

Li nava pêşnûmepirsê her wiha rapora ji 29 rûpelan a CPT ya 5’ê Tebaxa 2020’an hate aşkerakirin, hate bicihkirin. Li gorî agahiyan rayedarên hikûmeta Merkel wê hefteya bê bi nivîskî yan jî devkî bersivê bidin pêşnûmepirsa Partiya Çep. Ji ber ku Wezareta Edaletê yan jî Wezareta Karên Derve muxatabê mijarê ne, tê payîn ku navekî hevpar ji her du wezaretan bersivê bide pêşnûmepirsê.

CPT: Tecrîda li Îmraliyê mayinde bûye

Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ku li 47 welatên endamê Konseya Ewropayê şert û mercên girtîgehan û kiryarên li girtîgehan lêkolîn dike, rapora xwe ya navborî piştî serdana 2019’an a li Îmraliyê amade kiribû.

Di raporê de hatibû ragihandin ku di sîstema girtîgehê de ya li Îmraliyê, ji serdana sala 2016’an û vir ve ‘tu başbûnek’ çênebûye û hatibû diyarkirin ku Ocalan û sê girtiyên din hîn jî hefteyê tenê şeş saetan dikarin li hev kom bibin.

CPT her wiha ragihandibû ku dema kombûna li hev a du kesan hefteyê sê saet e, kombûna di dema liv û tevgera li hewşê de ya rojane hîn jî qedexe ye. Di rapora CPT de hatibû gotin, ‘Girtî hemû bi giranî tecrîdkirî ne.’

CPT bi bîr xistibû ku salên dawî hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi malbatê re hema bêjin qet nepêkan e, daxwazên parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî ji sala 2019’an ve tên redkirin. CPT xwestibû ku rejîma girtîhiştinê ya li Îmraliyê divê bi temamî ji nû ve bê nirxandin. BERLÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar