Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Êrîş ji aliyê îktîdarê ve tên organîzekirin’

416 roj in malbatên bi îdiaya PKK zarokên wan revandine li ber avahiya HDP’ê ya Amedê ne. Çendî ku ji bo ev kes ji vê derê rabin rêvebirên partiyê serî li saziyên fermî dabin jî heya niha tu gav nehatine avêtin. Ev malbat, di koneke ku fiyetê wê li dor 20 hezar TL’yî de dimînin û heya niha Suleyman Soylû, Emîne Erdogan û hin wezîr serdana wan kirine.

Her wiha ev kes her tim bi devkî û fizîkî êrîşê dibin ser kesên tên partiyê û gava êrîş dikin jî polîs bi tu awayî mudaxileyî wan nakin. HDP’iyên bertek nîşan didin jî yan tên binçavkirin, girtin an jî der barê wan de lêpirsîn tên destpêkirin.

Ev kesên ku bi beramberiya pere û kar li ber avahiya HDP’ê hatine rûniştandin, herî dawî êrîş biribûn ser parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn. Gava Tosûn hatibû avahiya partiyê van kesan xeber jê re gotibûn û heqaret lê kiribûn. Îjar gava Tosûn bertek nîşan dabû, polîsên li wir dîmenên dema bertekdayînê tenê girtibûn û serwîs kiribûn. Piştî dîmen hatibûn serwîskirin Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî der barê Tosûn de lêpirsîn dabû destpêkirin.

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan beriya ku were binçavkirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîbû û nêrînên xwe yên derbarê zextên li ser HDP’ê vegotibû. Ceylan anî ziman ku yên li ber partiya wan rûniştine û bi awayekî fizîkî û devkî êrîşan dikin ji aliyê îktîdarê ve hatine organîzekirin û çapemeniya hewzê jî wan sor dike û got ku walî ferman daye midûriyeta bajêr ku bi tu awayî kes dest nede van kesan.

Bi awayekî organîzekirî tên kirin

Ceylan anî ziman ku yên li ber partiya wan rûniştine hin ji wan ji aliyê hin kesan ve bi zorê hatine rûniştandin û hin jê jî hatine qanehkirin û got ku ji roja roj de dibêjin muxatabê daxwazên van kesên navbirî ne ew in.

Di axaftina xwe de Ceylan diyar kir ku partiya îktîdarê rê li ber van kesan dixe û wiha domand: “Têkiliya wan bi îktîdarê re heye û îktîdar jî dixwaze wan bi xwe ve girê bide û li gor pêdiviyên xwe wan bi kar bîne. Dibe ku fikra me û wan ne wekhev be û dibe daxwazên wan hebin û mafê wan ên daxuyaniyê bidin jî heye lê belê radibin êrîşî HDP’ê, aktivîstên HDP’ê û endamên HDP’ê dikin. Nexasim jî êrîşê dibin ser parlementeran. Çêrên ku nayên qebûlkirin dikin lê çapemenî van tiştan nade. Lê gava hevalên me bersiva êrîşan didin jî roja din tên binçavkirin. Bi van êrîşan dixwazin pêşî li ber xebatên me bigirin. Dixwazin partiya me krîmînalîze bikin. Bi vî awayî dixwazin pêwendiya me ya bi gel re qut bikin. Îktîdar ji bo vî awayî van malbatan bi kar tîne.”

Çapemeniya îktîdar wan sor dike

Ceylan destnîşan kir ku ji ber kesên çalakiya rûniştinê dikin avahiya partiya wan tim di bin dorpêça polîsan de ye û kesên tên partiyê jî nasnameyên wan tên kontrolkirin, çapemeniya hewzê jî van kesan sor dike û ev tişt anî ziman: “Bi giştî 10 kes in lê ji bo van 10 kesan 200 polîs tên. Polîs qaşo ji bo parastina wan tên lê halbûkî avahiya partiya me dorpêç dikin. Gava em bixwazin çalakiyekê li dar bixin dibin asteng. Rojnamegerên nêzî îktîdarê jî malbatan sor dikin û wan bera me didin. Gotinên nexweş bi wan didin kirin. Ev tişt di çapemeniyê de cih nagirin lê gava hevalên me bertek nîşan didin demildest bi awayekî asparags serwîs dikin dibêjin ‘HDP’ê êrîş bir ser malbatan, ‘Malbat proveke kirin.’ Ev derew im. Bila werin bi dîmenan parve bikin. Ev malbat bi awayekî dijminane tevdigerin. Bi vî awayî naxwazin em kar û barên xwe yên siyasî bikin. Nêzîkatiya wan ne nêzîkatiyeke hiqûqî ye siyasî ye. Dixwazin HDP’ê bi awayekî din nîşan bidin lê ligel evqas kirinên wan ên antîdemokratîk jî em berbayî wan gotinên wan ê xirab neketin.”

Ceylan diyar kir ku kes nikare ji ber kesên tev li PKK’ê bûne yan jî ji ber polîs û leşkerên di destê PKK’ê de ne HDP’ê sûcdar bike û wiha got: “HDP partiyeke 8 salî ye. Em ne berpirsiyarê wan in. 100 sal in pirgirêka kurd heye. Musebîbê van ne em in. Berpirsiyariya me aştiyeke civakî û azadî ye. Ên HDP’ê tawanbar dikin jî baş dizanin ku HDP kesî naşîne çiyê. Yanî tişta dikin manîpulekirin e. Siyaseta ku li dijî HDP’ê tê kirin zilm e.”

Emniyet: Bila kes mudaxeleyî wan neke

Ceylan anî ziman ku walî ferman daye midûriyeta bajêr ku bi tu awayî kes dest nede van kesan lê gava malbatên li ber derî êrîşê wan dike ew ji polîsan re dibêjin û polis jî dibêjin ‘Ji ber bi kurdî dibêjin em fêm nakin.”

Ceylan anî ziman ku çapemeniya berbelav jî heya niha der barê mijarê de bi wan re neaxiviye û bereksê wê daxuyaniyên wan jî manîpule dikin.

Herî dawî Ceylan destnîşan kir ku HDP ji bo aştiyê têdikoşe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Têkoşîna di vî warî de ne tenê ji bo kurdan, ji bo tevahiya civakê tê kirin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar