Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Zimanê me û sîstema kurdî nasnameya me ye

Mihemed Seydî |

Ehmedê Xanî armanca nivîsandina xwe ya bi kurdî wisa tîne ziman:

Da xelk nebêjitin ku Ekrad

Bê me’rîfet in bê esl û binyad

Enwa’î Milet xudan kitêb in

Kurmanc tenê di bê hesêb in

Ehmedê Xanî di vir de bi awayekî aşkera û zelal dide nîşan ku ew ji bo ku kes nebêje ‘Çima nivîsên bi kurdî tune ne. Ger ku kurdî jî zimanek ji zimanên cîhanê ye, çima heta niha pirtûkek, helbestek an nivîsek bi kurdî nehatiye nivîsandin’ nivisî ye. Melayê Cizîrî jî ji me re dide nîşan ku hacet û pêwistiya Mela û gelê Mela (Kurd) bi zimanekî din tune ye. Zimanê kurdî têra Mela jî dike, têra gelê kurd jî dike.

Bo gelê kurd tune bikin, destpêkê êrîşî zimanê wî dikin. Ger ziman ji holê rakin, nasnama kurdan jî ji holê radibe. Kurdan jî ji ber wê slogana ‘zimanê me nasnameya me ye’ berz kirin û bi salan e ji bo vê sloganê xebat û kedê didin. Dagirkerên li ser Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî nasnameya kurdan derdikevin û bi her awayî êrîş dikin. Heta ji navê lat û zinarên kurdan aciz in û dixwazin bikin tirkî, farisî û erebî.

Şoreşa Rojava ku di nava wê de gelek xebat bi rêve diçin û weke şoreşeke bi serê xwe jî hat ziman, şoreşa ziman û perwerdehiyê ye… Bi hezaran şagirt ku bi hesreta hînbûna bi zimanê xwe yê dayikê bûn, berê xwe dan cihên perwerdeya bi zimanê kurdî.

Destpêka şoreşa li Rojava de, hinek komên ku qala kurdîtiyê dikirin, digotin; ne wexta perwerdeya bi zimanê kurdî ye û PYD’ê dewleta tirk li hember herêmê sor dike ji ber van helwestên xwe. ENKS sala 2014’an dest bi kampanyaya ‘divê di dibistanan de zimanê kurdî neyê dayîn, zimanê esasî erebî be lewra dîplomaya rejîma Sûriyeyê ji kurdên Sûriyeyê re pêwîst e’ kir. Bang dikir da ku kurd li hember vê pergalê derkevin. Bi hemû awayî û aşkera ENKS li hember hemû gavên ku li Rojava dihatin avêtin derdiketin. Çi parastin dibe, çi perwerde dibe, çi siyasî dibe û çi jî rêxistinî dibe, ENKS li dij derket. Dema DAIŞ’ê kurd qir jî dikirin, digotin; me nedixwast şer li dijî DAIŞ’ê bikin lê PYD’ê kir.

Dema em bala xwe didin ziman û helwestê, em dibînin ku tiştên dijminên kurdan ji kurdan re naxwazin, ENKS’ê ya ku qala xeta neteweyî dike, heman tiştan tîne ziman…

Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl 20’ê cotmehê bû mêvanê Ronahî TV û got; ‘niha danûstandin xitimî ye. Ji ber ku biraderên ENKS’ê tiştên ku nayên qebûlkirin tînin ziman. Yek ji wan jî mijara perwerdeya bi zimanê kurdî ye. Dibêjin ber ku cîhan nas nake, bila rabe.”

ENKS ya ku xwe weke welatparêz, xwediyê ziman û Kurdistanê dide nîşandan, şûna ku destekê bide sîstema perwerdê baştir bibe û ji aliyê NY’ê ve were naskirin, dibêje ji ber ku nayê nas kirin bila rabe. Hincet jî ew e ku sîstem nayê qebûlkirin û perwerde ji aliyê cîhanê ve nayê naskirin. Baş e heta niha kê nasnameya kurdan nas kiriye ku zimanê wî jî qebûl bikin? Ger ku cîhan sîstema me ya perwerdeyê nas neke em dev jê berdin, wê demê kurd jî nayên naskirin, yanî bila kurd dest ji doza xwe berdin?

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar