Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Tenê bi destûrê dikarin biçin gundê xwe!

Li Şirnexê ji 10’ê adarê ve ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve 15 herêm bi hinceta ewlehiyê weke ‘Herêmên ewlehiya taybet’ hatine ragihandin. Li gel îlankirina qedexeyan û destpêkirina operasyonên leşkerî, li herêmê şewatên li daristanan jî dest pê kirin. Ji van gundên 5 meh in şewat lê hene Derşew, Basret, Meydîn, Qerneh, Deşta Lala, Cifanê, Spîvyan in. Welatiyên ku dixwazin biçin gundên xwe şewatê vemirînin û li bax û baxçeyên xwe binêrin, divê ji walitiyê destûr bixwazin. Piştî ku ji bo destûrê serî li walîtiyê dan divê 20 rojan li benda vegera walitiyê bimînin. Welatiyan bertek nîşanî vê sepana Walitiyê dan û gotin li tu deverên cîhanê mînakên vê sepanê nehatiye dîtin.

Ji gundê Qernehê welatiya bi navê Pîroze Denîz diyar kir ku piştî 25 salan şûn de dema ku ew çûn gund bi rismên qewimandinên salên 90’î re rûbirû mane û wiha got: “Gundê me di salên 90’î de hat vala kirin. Dema ku gundê me hate valakirin, em bi zehmetiyên mezin re rûbirû man. Tevî hemû zext û êrîşan me axa xwe neterikand. Ji dema ku em hatine vir ve em tenê 3 caran çûne gund. Piştî qedexeyên li Cizîrê hatin ragihandin, ketina gundê me jî bi tevahî hate qedexekirin. Îsal bi derketina şewata daristanan re, me serî li walîtiyê da ku em biçin gund. Em bi kelecan bûn ku piştî 25 salan cara yekem em ê biçin gund. Ji bo ku hûn biçin gund divê hûn destûrê bistînin û pişt re biçin.  Ev destûr jî bi sînor e. Ne girîng e ku hûn ji wir bin, yan jî nebin. Ger hûn sibehê biçin, pêwîst e ku herî dereng di saet 5’an de hûn ji gund derkevin. Em çawa gihiştin xala lêgerînê, bi saetan me sekinandin. Piştî ku em çûn gund û me gundek talankirî dît, em pir pê êşiyan. Dîsa salên 90’î hat ber çavê me. Darên me hemû hatibûn şewitandin. Bax û baxçeyên me şewitandibûn.  Darên mayî jî ji bêaviyê hişk bûbûn. Gundê me ev 5 meh in dişewite. Lê em nikarin biçin. Hewceye ji bo her çûyînê mirov destûr bixwaze. Ev destûr jî 20 rojan şûnde tê dayîn. Em dixwazin ku herin gundê xwe û şewatê vemirînin lê destûr nayê dayîn ku em biçin.

‘Hem dişewitînin hem jî qedexe dikin’

Di axaftina xwe de Denîz anî ziman ku Walîtî li herêmê bêhiquqiyê dike û çi dibe bila bibe yek dar jî bimîne ew ê xaka xwe terk nekin û destnîşan kir ku çûyîna gund bi kêfa walîtiyê ve girêdayî maye û her çiqas kes li gund tune be jî lê dîsa ferman tê dayîn ku ew neçin gundê xwe.

Denîz da zanîn ku vê sepana walîtî derdixe pêşiya wan li tu devera cîhanê mînakê vê yekê tune ne û heke destûra wan bihata dayîn dê dar û deviyên wan ji bêaviyê hiş nebûna û nehatina şewitandin û ev tişt anî ziman: “Dewlet nahêle xelkê herêmê biçin gundê xwe. Dewlet dar û daristanên me dişewitîne. Her wiha pêşî li kesên ku dixwazin mudaxile bikin jî digire. Wan Cûdî, Gabar û Besta şewitandin. Ger destûr bidana me, dê îro ew qas dar neşewitîbûna.  Dema ku li Tirkiyeyê li cihek şewatek derdikeve, ew hewarê radikin. Lê dema dor tê erdên me, ew ne mudaxele dikin û ne jî destûrê didin ku em biçin şewatê vemirînin. Ne hiqûqa vê dewletê heye, ne jî edeleta wê û ne jî wijdanê wê heye. Şewata daristanan encama dijminatiya li ser kurdan e. Em dixwazin herin baxçe û gundê xwe bibînin. Ax, dar û debara me têne şewitandin. Hem dişewitînin û hem jî qedexe dikin. Ji  bo em biçin ser av û axa xwe, kesên ku divê destûr bixwazin ne em bin, divê walî destûrê bixwaze. Divê êdî li dijî vê zilmê bêdengî nebe.”

Ji bo çûyîna gund destûr!

Ji gundê Meydînê Sûleyman Yûce jî diyar kir ku ji salên 90’î û vir ve li ser gundên wan dorpêç heye û ev tişt anî ziman: “Gundên me di salên 90’î de hatin valakirin. Ji wan salan ve ketina gund her dem hate qedexekirin. Qedexeyên domdar bi dawî nebûn. Nêzî 30 sal in em nikarin biçin gundê xwe. Rez û baxçeyên me tên şewitandin.  Gundî dixwazin biçin gundê xwe. Me îsal bi dehan carî serlêdan kir da em ku biçin gundê xwe. Lê ev serlêdan carna bi mehan dimîne û pişt re tê erêkirin. Em nikarin biçin gundên xwe. Gava destûr bê dayîn jî divê em seata ku ew dixwazin biçin û seata ku ew dixwazin vegerin. Ji ber operasyonên dawî li gund şewat derket. Jixwe ev nêzî 5 meh in gundê me dişewite û ketina gund qedexe ye. Ji ber van şewatan, me jî xwest ku em biçin gund û agir vemirînin. Wan tenê carek rê da me ku em agir vemirînin. Li gund ziyanek  mezin çê bûbû, heywanên ku di agir de şewitîbûn hebûn. Di vê alozî û nexweşiyê de mirov dixwazin ku biçin li gundê xwe bijîn. Ji ber ku em nikarin li bajêr debara xwe bikin. Lê mixabin em dixwazin bi destûrê jî biçin gundê xwe lê ev daxwaza me nayê qebûlkirin. Jixwe hemû çavkaniyên debara me tune kirin, qet nebe bila bihêlin ku em herin gundên xwe.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar