Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Banga bicihanîna edaletê kirin

Xizmên Windayan û Dayikên Şemiyê çalakiyên xwe yên heftane pêk anîn.

Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 611’emîn de çalakiya ‘Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin’ ji ber vîrûsa koronayê bi rêya vîdeoyek li dar xist. Vîdeo li ser hesabê medya civakî yê ÎHD’ê hat belavkirin. Rêveberê ÎHD’ê Ercan Yilmaz serpêhatiya Mahmût Dogan ê di 27’ê Mijdara 1993’yan de li navçeya Çinarê ya Amedê hat qetilkirin vegot û xwest kujerên Dogan werin dîtin.

Yilmaz diyar kir ku dema Mahmût Dogan di binçavan de hatiye qetilkirin bavê 4 zarokan bûye û ew bi ajokarê teksiye bûye û da zanîn ku Dogan roja 27’ê mijdarê ji malê derdikeve û dixwaze bi taksiya xwe biçe kar û êvarê venegare malê û li ser vê yekê malbata wî bi fikar dibe û demildest serî li qereqolê dide. Yilmaz anî ziman ku Emniyeta Amedê ji malbatê re dibêje ku Mahmût Dogan di binçavan de ye û di wesayîta wî de çek hatine desteserkirin û pişt re emniyet binçavkirina wî înkar dike.

Piştî 2 mehan cenaze tê dîtin

Yilmaz da zanîn ku cenazeyê Mahmût Dogan û kesek pê re di 28’ê çileya 1994’an de li herêma Qerejdaxê ya girêdayî navçeya Çinarê tê dîtin û her çiqas serlêdan hatin kirin û lêpirsîn hatin birêvebirin, dosye hat girtin û kujer jî nehatin dîtin.

Çalakiya Dayikên Şemiyê

Dayikên Şemiyê jî ji bo ku aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin, çalakiya xwe ya şemiyê di hefteya 813’yemîn de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî berdewam kirin. Di çalakiya vê heftê de, ji bo Îlyas Has ê 28’ê Kanûna 1980’iyan, li Îzmîrê dibin binçav de cenazeyê wî hat windakirin û dûre li Goristana Bêkesan a Hacilarkiri ya Bornavaya Îzmîrê hatibû dîtin, edalet hat xwestin.

Birayê Îlyas Has Îmran Has di daxuyaniya hat dayîn de axivî û wiha got: “Piştî birayê min hat darvekirin, cenazeyê wî teslîmî me nekirin û bêyî me defin kirin. Tu agahî û belgeyek nedan me. Ji ber vê heya 28 salan gora wî winda ma. 28 salan em li gora wî geriyan. Me qet têkoşîna xwe bi dawî nekir. Dîsa jî me cihê gora wî nedît. Lê di sala 2012’an de em ji Huseyîn Yilmaz û Mesût Gungor hînbûn ku gora wî li Goristana Bêkesan Hacilarkiri ya Bornavaya Îzmîrê ye. Di dema me li cenazeyê birayê min digeriya de, dayik, bav û xwişka min mezin jiyana xwe ji dest dan. Berî ku cenazeyê birayê min bibînin, wefat kirin. Bi vê hesretê çûn. Ez hêvî dikim ku hemû windahî bên dîtin.”

‘Dixwest gorekê wî hebe’

Dûre biraziyê Veysel Guney ê di 10’ê Hezîrana 1980’iyan de, cenazeyê wî dibin çavan de hatibû windakirin Dogan Guney axivî. Guney anî ziman ku apê wî ji ber sûcekê ku wî ne kiribû, hat darvekirin û wiha got: “Wê demê cenazeyê apê min nedan me. Cenaze dan rayedarên dewletê. Lê rayedarên dewletê, cenazeyê apê min ji bo me pir dît û teslîmî me nekir. Ji bo ku pîrika min Zeynep Guney, li ser serê kurê xwe dia bike, dixwest gorekê wî hebe. Lê bi vê xem û xeyalê, jiyana xwe ji dest da. Bêyî ku gora kurê xwe bibîne, çavê xwe jiyanê girtin. Me têkoşîna wê dewr girt. Heya  ku ji me tê em ê aqûbeta wî bipirsin.”

 ‘Awayê sûc neguherî’

Ji Mirovên Şemiyê Ayşe Yildiz, daxuyaniya vê heftê da. Yildiz da zanîn ku malbata Has li Îzmîrê dijiya. Kurê wan Îlyas Has ê 25 salî piştî darbeya leşkerî ya 12’yê Îlonê di 28’ê kanûna 1980’iyan de tê binçavkirin, bi îdîaya ‘hewldana guhertina Qanûna Bingehîn’ cezayê dervekirinê li Has tê birîn û Has di şeva 7’ê Cotmeha 1980’yan li Girtîgeha Sergirtî ya Bûcayê tê darvekirin.

28 salan cenazeyê wî tê dîtin

Yildiz destnîşan kir ku piştî darvekirina Has cenazeyê wî teslîmî malbatê nayê kirin û wiha got: “Malbat ji bo cenazeyê kurê xwe bigire bi dehan car serlêdan dike. Piştî 28 salan, cenazeyê Has li Goristana Hacilarkiri hat dîtin. Ev jî dide nîşandan ku cezayê darvekirin ku di roja me ya îro de jî pir dikeve rojevê, tundiya dewletê ye. Ev cinayet bi destê dewletê pêk hat. Em banga bicihanîna edaletê dikin. Bila êdî bêedaletî bi dawî bibe. Em ji malbata Has û hemû malbatên windahiyan re daxwaza edaletê dikin.” AMED- STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar