Di navbera PYNK û ENKSyê de, li gorî çavdêrên siyasî hevdîtinên kurdî-kurdî hatibûne asteke hêvîdar. Heta gelek nîqaş li dû xwe hîştibûn, hevdîtin li ser parvekirina hêz û rêvebirinê asê mabû. Nîqaş ev bû ku rêveberî wê çawa bê parvekirin, ENKS wê di rêvebiriyê de çawa bi cih bibe.
Di nav hefteyê de rêvebirê PYDê Aldar Xelîl diyar kir ku ENKS li hemberî pergala perwerdeya heyî ya bi zimanê kurdî û hevserokiyê dedikeve. Ji berê ve jî ev yek hatibû îdakirin lê wisa mabû, hevdîtinan careke din dewam kiribû. Bi daxuyaniya Aldar Xelîl êdî ev yek misoger bû.
Jixwe gelek caran hevdîtin teqez berdewam bin jî li ser lingekî yan jî çarlepkî diçûn. ENKSyê her tim mijarên bê munasebet dispêrtin pêvajoyê, pêgermokên bêeleqe digerandin. Her tim bedena ENKSyê li ser maseyê lê çavên wê li derve, geh li PDK, geh dewleta tirk bûn. Pêvajo bi vî awayî patinaj dibû. Yanî her tim fîzîkî ENKS lê di rastiyê de nêrîn û feraseta PDK û dewleta tirk li ser maseyê bû.
Em ji agahiyên Aldar Xelîl fêr dibin ku piştî serîlêdana ENKSyê ya li Tirkiyeyê, ev nêrînên wan pêş ketine. Ne xerîb e, ev yek wiha qewimîbe. Canê wan ji bedenê dikişe lê xesyetê wan naguhere. Ji ber ku ji navikê girêdayî dewleta tirk in.
Aldar Xelîl dibêje, guhertina helwest û biryarên ENKSyê, parçeyekî daxwaz û planên hêzên derve û dijminan e. Aldar Xelîl rastiyekê diyar dike, ne tenê îro, duh jî wisa bû. Destê dijminên kurdan ji nav helwest û biryarên ENKSyê qet derneket. Mirov dikare yekser bibêje siyaseteke ENKSyê nîn e, ew pêgirên hêzên piştperdeyê ne. Ji roja pêşî heta îro ENKS (a rast hêzên di nav ENKSyê de serwer in) berdevkên hêzên dijkurd in. Bûne dengê gotin, nêrîn û biryarên wan.
Li gel vê yekê jî partiyên di bin sîwana PYNKê de ne, ji bo yekrêziya kurdan pêk bê bi fedakarî û gelek bêhnfirehî ENKS pêşwazî kirine, hembêza xwe yekitiyê re vekirine. Lê na niyeteke ENKSyê ya wisa nîn e. Berê wê li maseyê ye, çavên wê li paşiyê dinerin ku ka PDK û dewleta tirk çi dibêje, çi difikire.
Rast e, ew li PDKê dinêre û difikire lê PDK li kê dinêre? Di sala 2014an de di navbera PKK û PDKê de civînên kongreya neteweyî pêk hatin. Êdî her mijar bi lihevkirinê re rû bi rû bûn, PDKê temsîliyeta rêvebirînê kir hincet ji yekrêziyê revî. PDKê jî wê heyamê rûyê xwe zivirande komara tirk, bi îşareta wan maseya kongreya neteweyî rûxand û hew hat ser maseyê.
Îro jî ENKS wisa dike. Gava kopiya belgeyekî derbas bibe, li ser mohr dikin, dinivîsin, weke eslê xwe ye. Bi rastî jî heman feraset e. Hatiye gihîştiye nêzî encamê ENKS hincetan derdixe pêş, dibêje bila perwerdeya bi erebî û bi awayê rejîma Esat pêk bê, di rêvebirinê de hevserokatî tune be. Yanî garisa li ser ben radixe. Pêşîgirên ENKSyê dudu ne; PDK û dewleta tirk. Ji bo ku nêbêjin ENKS ji yekrêziyê direve tê ser maseyê lê ne ji bo pêkanînê, dixuyê ku ji bo ewiqandinê rûdinê. Daxwazên dijminên kurdan bi cih tîne. Ev rûreşiyeke giran e. Yên ku paşxana wan paqij in wiha difikirin lê paşxana wan gemar e, bi heft çeman nikare bê şûştin. Ji rûreşiyê jî fedî nakin.
Kingê ku ENKS û PYD (hingê hê PYNK ava nebûbû) bi hev re rûniştin û li ser çend prensîban li hev kirin, wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çawûşoglu gef li ENKS xwarin, hingê ENKS di nav xwe de xilixilî, bê bersiv ma. Piştre bi awayekî nixumandî helwesta xwe sist kir. Ji wê demê şûnde jî taxtîkê ewinqandina hevdîtinan ji xwe re kir distûr.
Para ENKSyê di xwîna kurdan de heye. Li Efrînê, li Serêkaniyê, li Girêspî hevkar û hevparê dewleta tirk e. Qaşo Pêşmergeyên Roj ên ser ENKSyê li Şengalê, Xanesorê du şervanên kurd ên bi ala spî dihatin bi wan re hevdîtinan bikin kuştin. Hevkarî her tim asteng e li pêş yekbûnê. Îro jî ferasta ku nahêle ENKS û PDK bi yekitiya kurdan re bin hevkarî ye. Ew bi hevsarê hevkariyê ve hatine girêdan. Ew hevsar nahêle riya rast bibînin. Berjewendiyên wan ên malbatî, takekesî hevsarekî stûr li qiriqa wan ve girê daye. Her yekî wan kî dizane bi çend şîrketan an jî bi çend şirîktayiyan weke toqa xirabiyê pê ve giradayî ne?
Di destê dijminên xwe de weke hespên tîmarkirî ne. Sist in, bêdeng in, ker û lal in. Dijmin li ser pişta wan siwar bûye, bi ku derê ve bixwaze dajo. Berê wan dide ku ber bi wê derê diçin. Neteweyî nafikirin, eşîrî, malbatî û takekesî difikirin. Eger wisa bûya, ji zû ve kêlên çavên wan wê bibişkiviyana. Lê tiştê çavên wan girtiye ne kêl in. Spîka berjevendî û hevkariyê çavên wan kor kirine.
Ji dijmin re hespên siwarbûnê ne. Ji birayên xwe yên eslî re gur in, rovî ne. Geh fêlbaziyê dikin, geh qîlên xwe tûj dikin. Aha Heftanîn, aha 9ê cotmehê, aha Şengal, aha Efrîna birîndar. Geh ji bo dilê tirkan xweş bikin, hukmê îdamê didin ciwanên kurd. Em kiryarên daboriyê jî nabêjin.
Mixabin hesp ê me ye lê hevsarê wî di destê xelkê de ye. Xemeke wî jî nîn e ku ji hevsar rizgar bibe. Belkî ew ji dil û hinav vî hevsarî ji xwe re layiq dibînin lê gelê kurd vê bêbextiyê qebûl nake, xwe layiqî azadî û xwseriyê dibîne.