Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Şengal dê venegere berî 3’yê Tebaxê’

Bertekên li dijî peymana li ser Şengalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de hat qebûlkirin dewam dikin. Ligel Meclisa Xweser a Şengalê, êl û eşîrên ereb û tirkmen ên li Mûsilê jî li dijî vê peymanê bi bertek in. Piştî ku peyman hat erêkirin, derketibû holê li pişt vê planê Tirkiye heye. Şandeyên ji Meclisa Xweser a Şengalê û rêveberiya bajêr pêk tên, hevdîtin bi nûnerên Hikûmeta Navendî ya Iraqê re kirin û îtîrazên xwe yên li dijî peymanê anîn ziman.

Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Demokratîk Riham Hico yê di şandeya Şengalê de cih digire, diyar kir ku wan bi hin nûner û saziyên Iraqê û Silêmaniyê re hevdîtin kirin. Hico bal kişand ser naveroka hevdîtinê û wiha got: “Di dema Fermana Şengalê de her du hêz jî li bajar bûn lê êzidî bi komkujiyê re rûbirû hiştin. Yên ku bûn hevkarên sûcê komkujiyê, niha tu mafên wan tuneye ku li ser Şengalê biaxivin. Bi vê peymanê dixwazin karê ku DAIŞ’ê di nivî de hişt temam bikin. Di nava vê planê de, ne tenê hêzên girêdayî PDK û hikûmeta Iraqê hene. Tesewirkarê herî mezin ê vê planê hêzên Tirkiye, DYA û Neteweyên Yekbûyî (NY) ne. Ev peyman di çavderiya van hêzan de hatiye amadekirin. Em ê vê peymanê tu carî qebûl nekin.”

Ev demek dirêj e vê pêvajo tê amadekirin

Hico da zanîn ku demek dirêj e di navbera PDK-Hikûmeta Navendî ya Iraqê de hevdîtin hene û wiha domand: “Ji nez ve me ev hevdîtin dişopandin. Me dizanîbû wê li ser Şengalê li hev bikin. Di hin mijaran de li hev nedikirin. Lê piştî ku hêzên navneteweyî ketin navberê, pirsgirêkên di nava xwe de çareser kirin. Dûre jî li ser peymanê li hev kirin. Bi tu awayî civata êzidî beşdarî vê peymanê nekirin. Hin kesên di nava PDK’ê de cih digirin jî haya wan ji vê yekê tunebû. Dîsa agahiya hin hêzên di nava hikûmeta Iraqê de cih digirin jî ji vê nebû. Ji ber vê em ê bi tu awayî qebûl nekin. Civata êzidî jî li her devera cîhanê  ji bo vê ketin nava liv û tevgerê.”

Pêvajoya 3’yê Tebaxê 

Her wiha Hico dest nîşan kir ku ew ê mîna pêvajoya DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an êrîşî wan kir, dest û lingên xwe girê nedin û ne rûnin û  bi bîr xist ku êdî ew xwedî vîn in û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em ê bi hêza gelê xwe tevbigerin. Êdî rewş wisa bûye, ji ber ku me di dema fermanê de û piştî fermanê xwe parastin em sûcdar tên hesibandin. Ji ber em tune nebûn me sûcdar dikin. Lê bila baş bê zanîn, Şengal wê venegere berî 3’yê Tebaxê. Em xweseriya xwe dixwazin. Di vê mijarê de xebatên me hene. Em li dijî komployên wan jî amade ne. Me biryara xwe daye. Yan em ê di Şengalê de bi awayekê azad bijîn, an jî em ê ji bo axa wê bimirin. Em ê bi tu awayekê din nejin. Êdî kes nikare me bê vîn û raman bihêle.” Çavkanî: MA / Nazim Daştan – Şengal

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar