Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama bombebarana Rûsyayê de ya li dijî baregeheke koma Feyleq El-Şam a girêdayî Enqereyê li ser herêma çiyayê Duwêle ya girêdayî Harim li bakurê rojavayê Idlibê, heta niha 34 çete hatine kuştin.
Li gorî SOHR’ê xebatên derxistina kesên asê mane, lêgerîna windayan û alîkariya birîndaran berdewam in. Li gorî pêşbiniyan, hejmara kuştiyan dê zêdetir bibe, ji ber ku rewşa zêdetirî 70 birîndaran giran e û gelek çete winda ne û hinek jî asê mane.
Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê îro êrîşên asîmanî li dijî noqteyên çeteyên Feyleq El-Şam li rojavayê Idlibê pêk anîbûn. IDLIB