Navenda Nûçeyan |
Rageşiya di navbera serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan ê AKP’î û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron de dewam dike. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî, piştgirî da Macron ê di hedefa Erdogan de ye. Fermandar Abdî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê Macron de peyam da.
Abdî di peyama da de wiha got: “Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, ji bo ku misilmanan ji DAIŞ’ê biparêze alîkarî kir, ji bo nûkirina rêxistinê û parastina nirxên mirovahiyê rolek girîng lîst. Serokkomar Erdogan ê piştgiriyê dide DAIŞ’ê, bi heqaretkirina li wî, ji bo berjewendiyên nêrîna misilmanan û cîhana Îslamiyetê tu tiştî îfade nake. Erdogan berevajî vê ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî bi ola misilmantiyê bi kar tîne.”