Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

‘PDK rastiyan berevajî dike’

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê di derbarê şerê taybet a ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser bingehê berevajîkirina rastiyan dimeşîne daxuyaniyek da.

Daxuayniya KCK’ê wiha ye:

“Partiya Demokrat a Kurdistanê dest bi pêlekî berfireh a berevajîkirinê kiriye. PDK ji bo nixumandina hemû sûcên netewî û siyasî yên li hemberî gelê Kurdistanê dest diavêje pêkanîna hemû cûre provakasyon û berevajîkirinê. Ji tawanbarkirinê ya bûyera kuştina berpirsê xala sînorê Serzêrê (ku HPG’ê ew derewand) bigire heya nûçe û raporên bê bingeh ên derbarê tevgera me, hewl dide ji bo plana qirêj a pêşerojê bingeh ava bike.

Ew nûçeya dawî jî ku qaşo komek girêdayî tevgera me destgîr kirine tu bingehekî wê ya rastiyê nîne û bi temamî dûrê rastiyê ye. Nûçeya têkildarî vê mijarê bi alîkarî û hemahengiya dezgeha sîxûrî ya MÎT’ê hatiye çêkirin û armanca wê ew e ku ji bo rewatiyê bidin êrîşên li ser tevgera me bingehê amade bikin. Raya giştî ya gelê Kurdistanê baş dizane ku di dema tengasiyê de û di dema êrîşa DAIŞ’ê ya li ser hebûna gelê kurd li Başûr, kê Başûr parast û kê senger û gel terikand û revî?

Em Tevgera Azadîxwaziya Gelê Kurdistanê, parastina hebûn, azadî, aramî û asayîşa gelê Kurdistanê li hemberî êrîşa dagirker û kirêgirtiyan weke erkê netewî û exlaqiya xwe dizanin. Bi sedan hevalên me yên gerîla ji bo parastina gelê Başûr ji Şengalê bigire heya Hewlêrê giyana xwe fedakirin û fermandeyên wek Zekî Şengalî, Egîd Civyan û Têkoşer Gewer di wê rêyî de şehîd bûn.

Gerîla di misogerkirina ewlehî û asayîşa herêma Kurdistanê rola pêşengî lîstiye û tu wextî bi destê xwe ewlehî û asayîşê naxe bin metirsiyê, ji ber ku bi sedan şehîd di wê oxirê de daye. Di wê derê de pêwîst e bê zanîn hêzên ku asayîşa herêma Kurdistanê dixin nav metirsiyê, PDK û dewleta tirk e. Di encama plana hevbeş a dagirkeriyê ya her du hêzan de ye ku rojane dengê teqîna bombe, top û fûzeyên Tirkiyeyê li çiya û dolên Kurdistanê kêm nabe. Her wiha PDK’ê jî mîna desthilata Erdogan pêlekî ya girtin, revandin, zindanîkirin, tirsandin û ji her alî ve zext li ser rojnamegeran, mamaosta, çalakvan û kesayetên muxalîf bi rêvedibe û ewlehî û asayîşa welatiyan têk dibe.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar