Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû ya 21 salî, 297 roj in winda ye û tu xeber jê nehatine girtin. Li Bendava Ûzûnçayirê cardin dest bi lêgerînê hat kirin.
Endama Komîsyonên Edalet Ji Bo Gulistan Dokûyê Hêlîn Yagmûr Ûcî, destnîşan kir ku rayedarên daxilî nav bûyerê bûne, hewl didin xwe jê xelas bikin.
‘Divê sergumanbar bê darizandin’
Ûcî anî ziman ku ji bo Gulistan Dokû bê dîtin li 67 bajaran xebata stîcker û afîşan kirine û got ku ji gelek bajaran jî jinan xwe gihandiye wan û afîş ji wan xwstine.
Ûcî da zanîn ku di çalakiyên kuçeyan de dengê Dokûyê diqîrin, bibiryar in ku Dokûyê bibinin û diyar kir ku 10 meh in li nava avê li Dokûyê digerin û wiha domand: “Gulistan Dokû êdî ne di nava avê de ye. Madem gumanê întiharê ji holê rabûye, nexwe divê sergumanbar bê darizandin. Me daxwaza xwe ya di vî warî de ragihand. Lê cardin rabûn li nav avê dest bi lêgerînê kirin. Ev xebateke sûkî ye. Jixwe raya giştî ji roja roj de bawer nake ku întihar kiriye. Em li bajaran bi jinan re diaxivin. Dibêjin, ‘gelo dibe ku Gulstanê xistibin nava avê.’ Sergumanbar Zaînal Abarakov û malbata xwe li wir in. Her wiha gel rayedarên ku daxilî nav bûyera Gulistan Dokûyê bûne; walî û midûrê Îş-Kûrê hene. Ev kes hewl didin ku xwe jê xelas bikin. Kiryar bi awayekî aşkera tên parastin.”
Di axaftina xwe de Ûcî destnîşan kir ku delîlên şênber hene û lewma divê Abarakov bê darizandin û got ku heger lêprisîneke çalak û adil bê kirin dê Dokû bê dîtin û wiha pêde çû: “Kurê polîs di nav de ye. Ji bo xwe xelas bike ekîba xwe dixe navê. Gumanbar dixwazin xwe xelas bikin û paqij nîşan bidin. Dişibe mînaka Mûsa Orhan. Mûsa Orhan leşkerek bû û tecawizî jinekê kir. Ji ber ku leşker e, ew parastin. Danişîn hat lidarxistin lê hîn jî nehatiye girtin. Di vê bûyerê de jî kurê polîsekî heye û hin rayedarên saziyên dewletê hene. Pir aşkera ye ku tiliya wan di vê bûyerê de heye. Derbarê wan de delîlên şênber hene. Lê cardin jî tiştek nayê kirin.”
‘Em dengê Gulistanê biqîrin’
Her wiha Ûcî anî ziman ku jinên li Dokûyê digerin bi astengiyan re rû bi rû dimînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir:” Li dijî kesên dixwazin dengê Gulistanê bitepisînin, em jin li dor komîsyonên edaletê li hev kom bibin. Em li kuçeyan dengê Gulistanê biqîrin. Gava em bûn dengê Şûle Çet gelek caran afîşên me qetandin, em atseng kirin. Em ji bo Gulistanê jî biqîrin, em bi hev re vê têkoşînê mezintir bikin.” DÊRSIM