Rojnameger Sefwan Ebdula yê li Herêma Behdînanê li ser liv û tevgera hêza Gulan û Çekdarên Roj a bi çekên giran çûn bajarokê Dînartê ya ser bi Akrê, axivî.
Rojnameger Sefwan destpêkê bal kişand ser hêza çûyî herêmê û wiha got: “PDK’ê ji bo şerê dijî gerîlayên PKK’ê, li ser daxwaza MÎT’a tirk hêzek şand Zînî Wertê lê ev plana wan bi ser neket û şikest. Piştre bi alîkariya MÎT’a tirk hêza Gulan û Roj hate avakirin. Ev hêz ne nîştimanî ne, taybet in û girêdayî PDK û malbata Barzanî ne.”
Sefwan di dewama axaftina xwe de behsa hevkariya MÎT’a tirk û PDK’ê jî kir û da zanîn ku ew hêz niha planek gelek metirsîdar e li ser ewlekariya netewî, civak û jeopolîtikaya Herêma Kurdistanê û diyar kir ku niha êdî wisan lê hatiye, dewleta dagirker a tirk bi alîkariya PDK’ê di her malekê de hewl dide, mîtek çêbike.
Rewşek metirsîdar heye
Sefwan bal kişand ser rewşa Herêma Behdînanê û ev tişt anî ziman: “Li Behdînan û Herêma Kurdistanê dibin hikumraniya PDK’ê de rewşek gelek xirab û metirsîdar çêdibe. Rojane bi hêcetên bê bingeh, çalakvan û rojnameger tên girtin û dixin zindanê. Li gorî daxwaza xwe li dozên wan dinêrin û doz li wan vedikin”
Di axaftina xwe de Sefwan got ku armanca PDK û kabîneya Mesrûr Barzanî bi hemû awayek bi rêya leşkerî parastina hizba xwe û alîkariya MÎT’a tirk e û destnîşankir ku PDK di vê oxirê de jî amade ye hemû başûrê Kurdistan were dagirkirin lê ev yek ji bo wan naçe serî, dê gel bi helwest û neraziya Behdînanê bêdeng nemînin û ji bo wan qebûl neke.
Hêzek ji bo parastina xwe avakirine
Rojnameger Sefwan derbarê hêza ji bo Dînartê hatî şandin de jî ev tişt vegot: “Zanyarî di destê me de hene, PDK li Herêma Behdînanê hêzek çend hezar kes çêkiriye. Ev hêz jî dibin navê hêzek nîştimanî de çêkiriye. Lê ev hêz ji MÎT’a tirk û kirêgirên wan pêk tê. Niha şandine bajarokê Dînartê. Ji bo dijî gerîlayan şer bikin û kesên dijî siyaseta PDK’ê nerazî bêdeng bikin şandine wir. Helwest û siyaseta PDK’ê ya li hemberî xelkê Behdînan û Herêma Kurdistanê, dijminane ye. Di nava 6 mehên borî de hezaran ciwanên xelkê Şêladiz û Behdînanê koçî kirin. Ev derencama siyaseta birsîkirina PDK’ê ya li ser wan ciwanan e. Ji bo ku ew ciwan biçin, PDK milyonan dolar dide dewleta tirk. Ger pereyê ku didin dewleta tirk, bixin xizmeta welat, wê kes koç neke derve.”
Her wiha rojnameger Sefwan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xizmên me di nava hêzên pêşmerge de hene. Hêza pêşmerge tu carî şerê kurd bi kurd nake û ji şerê birakujiyê nefret dikin. Ji bo vê ger sibe şerek çêbibe û PDK propagandaya şerê birakujî bike, dê tu bingeha vê nebe. Dê ev dûrî rastiyê be. Ji ber ku kesên şer ji bo wan dikin, köle ne, kirêgirên wan in û ne pêşmerge ne.” GERMIYAN