Endama Dîwana Hevserokatiyê ya PYD’ê û endama Rêveberiya TEV-DEM’ê Foza Yûsif ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.
Foza Yûsif bi berfirehî qal kir ku partiya wan PYDʼê çawa di çarçoveya stratejiya neteweya demokratîk de siyaseta xeta sêyemîn li herêmê meşandiye û kiriye ku kurd di van salên alozî û şer de weke hêzeke sereke ya li herêmê derkeve holê. Yûsif dibêje ku modela ew dikin bingehê çareseriyê, gelan û bîrûbaweriya hemûyan di bin banê xwe de hembêz dike, di van 10 salan de diyar bû ku bê kurdan û bêyî Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê çareserî nabe.
‘Şam ji çareseriyê direve’
Foza Yûsif diyar kir ku ew di çareserkirina pirsgirêkan de diyalogê esas dibînin û ji ber vê bawer nakin ku bi rêbazên leşkerî pirsgirêkên Sûriyeyê bêne çareserkirin. Foza Yûsif pirsgirêka demokratîkbûnê ya Sûriyeyê bi bîr xist û di vê çarçoveyê de bal kişand ser pozîsyona rêveberiya Şamê û wiha got: “Zîhniyeta dewleta netewe wek kabûsekê Sûriyeyê fetisandî ye. Tevî guhertin û veguhertinan hemûyan jî rejîma Sûriyeyê dixwaze dîsa bi modela dewleta netewe pirsgirêkan çareser bike. Guhertinên demokratîk qebûl nake û bi hişmendiya yek ziman, yek al, yek netewe, yek çand tevdigere. Yanî mînaka herî berbiçav ew e, heta niha hikûmeta Sûriyeyê xwendina bi zimanê dayikê qebûl nekiriye û her ku diyalog çêdibe, dixwazin dibistan vegerin dema rejîmê. Ev mînak berbiçav e ku çiqas li guhertina demokratîk girtî ne. Tevî hewldanên me hemûyan jî ku em dixwazin bi rêya demokratîk û aştiyane pirsgirêkên xwe çarser bikin lê mixabin rejîma Sûriyeyê ji vê yekê direve.”
‘Dewleta tirk dixwaze dîsa êrîş bike’
Foza Yûsif li ser pirsa der barê rola dewleta tirk de îşaret bi rola dewleta tirk a di destwerdanê de kir û anî ziman ku dewleta tirk her tim ji bo destwerdanê zemîn afirandiye; ji bo vê bi çeteyên mîna DAIŞ’ê re xebitî ye –her çiqasî ev pêşî veşartî kiriye- ji ber ku bi ser neket niha bi awayekî aşkera karên qirêj dike.
Yûsif destnîşan kir ku tehlûkebûna dewleta tirk ne tenê ji bo kurdan ji bo tevahî gelan û demokrasiye ye û wiha domand: “Armanca dewleta tirk ew e, di paşeroja Sûriyeyê de bibe xwedî gotin û nehêle ku kurd bi tu avahî bibe xwedî statu. Lewma hemû rêbazan bi kar tîne. Li gor şopandina me tirk dixwaze careke din êrîşî herêmên me bike, ger derfet bibîne wê vê yekê bike. Lê ger derfet nebîne wê bi rêyên îstîxbaratî bixwaze tevlihevî çêbike, fitne derxe, kesên bi bandor bikuje, bê îstîkrariyê çêke. Jixwe van hemûyan jî niha dike.”
‘Şerê taybet dimeşîne’
Di axaftina xwe de Foza Yûsif şerê taybet ê dewleta tirk li dijî Rêveberiya Xweser bi mînakan nîşan da û qala ajankirin, fitne û fesadiya di nava pêkhateyan de kir û got ku bi saya hişyariya gel piranî van hewldanên dewleta tirk hatine pûçkirin û wiha pêde çû: “Em civaka xwe rojane li dijî polîtîkaya dewleta tirk hişyar dikin, hişmendiya siyasî û parastinê xurt dikin. Di warê dîplomasiyê de jî ji bo rastiya siyaseta qirkirinê ya dewleta tirk bê deşîfrekirin û li dijî wê helwest çêbibin em di nava hewldanan de ne.”
‘Em ê yekitiyê bi ser bixin’
Foza Yûsif qala şert û mercên zehmet ên herêmê kir; bandora ambargoya aborî ya li ser Sûriyeyê kir û diyar kir ku ev hemû bandorê li ser guhertinên demokratîk dike lê dîsa jî herî zêde Rêveberiya Xweser karîbû li ser pêyan bisekine.
Yûsif li ser yekitiya hêzên kurdî û hevdîtinên bi ENKS’ê re axivî û destnîşan kir ku ew hewl didin li hêmanên demokratîk yekitiyê ava bikin lê ENKSʼê muhafezekar tevdigerin û ji bo vê jî Foza Yûsif tevlibûna jinan û hêzên din ên nava rêveberiyê mînak da û wiha got: “Tevî astengiyan hemûyan em bi biryar in pêvajoyê bi ser bixin.”
‘Hem xetere hem jî derfet hene’
Her wiha Foza Yûsfi diyar kir ku li Sûriyeyê şer nesekiniye didome û herî kêm dê 2 salên din jî dewam bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gorî nêrîna min gelek xetere hene ji bo kurdan lê gelek derfet jî hene. Kurd di herêma Rojhilata Navîn de bûne hebûneke siyasî û kes nikare înkar bike lê polîtîkayên qirkirinê jî li ser kar in. Ger em şaştiyên siyasî yên mezin nekin û em xeta sêyemîn biparêzin û yekitiya xwe ava bikin ne tenê ji bo kurdan her wiha ji bo hemû Sûriyeyê em karin bibin rêya çarseriyê.”