PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Sancar: Desthilatdar ji HDP’ê ditirse

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar, di komcivîna partiya xwe ya li meclisê de axivî. Sancar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser teqînê ku duh êvarê li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê pêk hat û êrîşê şermezar kir. Sancar bang li hikûmetê kir ku bûyerê ronî bike.

Sancar derbarê êrîşên li ser partiya xwe de jî axivî û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Mijara ku desthilat li serê bi awayekî sîstematîk û berdewamî dixebite êrîşên li ser HDP’ê ne. Ji bilî vê mijarê tu di mijarî de ewqas ne bi berdewamî naxebite. Em dibêjin ev vala ye lê ji valabûnê fêm nakin. Em rêya bi bandor a vegotina vê bibînin. Ev jî bilindkirina têkoşînê ye. Em ê bi bilindkirina têkoşînê vê ji desthilatê re vebibêjin. Wê hîn bibin ku bi êrîşkirinê re çawa winda dikin lê wê demê jî gelek dem derbas bibe. Wê demê ew ê li pêşberî daraza adîlane hesabê van kûmpasan tev bidin.”

‘Em ê di hilbijartina destpêkê de bişînin’

Di axaftina xwe de Sancar vegotina êrîşên li ser partiya xwe bi van gotinan domand: “Em ê bi bîra wan bixin ku zilm û neheqî ji kesî re kar namîne. Di nav mehekê de bi sedan hevalên me binçav kirin. Di refan de dosya hene, li gorî pêwîstiyan van dosyayan rojane dikin. Di şevekê de plan dikin ku wê HDP’ê çawa bi tengijînin. Van dosyayan ji refan dadixînin. Ferman ji dozgeran re diçe, dozger biryarên binçavkirinê îmze dikin û operasyon dest pê dikin. Ev timik xwe dubare dike. Lê nabînin ango naxwazin bibînin ku ev dubarekirin me têk nabin. Ên têk diçin êrîşkar bixwe ne. Timik dibêjim dîsa bibêjim tişta ku vê desthilatê ditirsîne HDP ye. Di vê mijarê de mafdar in. Wê HDP di hilbijartina destpêkê de vê desthilatê têk bibe û bişîne. Heta hilbijartina wê dîsa HDP li dijî zextên wan ên faşîzane berxwedana xwe deyne holê.”

Serdana Amedê

Her wiha Sancar bi bîr xistina binçavkirina hevserokên HDP’ê yên Amedê, qala serdan û hevdîtinên xwe yên li Amedê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev binçavkirin rojek berî serdana me pêk hatin. Ji bo ku ji bernameya me re bibin asteng. Lê nikaribûn bibin asteng. Li gel van operasyonan jî em bi rêxistinên sivîl û gelê xwe re hatin gel hev. Belkî dora me dorpêç kirin, belkî pêşiya me bi barîkatan girtin û dema serdana esnafan me dan rawestandin lê gelê me bi çepik, ken û tilîlî silav dan me. Me jî diyar kir ku em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin û mafê wan biparêzin. Ev jî ji desthilatê re dibe derd.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar