Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Tevgera Azadî bang li hemû aliyên siyasî kir

Navenda Nûçeyan | Tevgera Azadî li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û ragihand ku tu hêzek weke PDK’ê rewşa ewlekarî û jiyana vê herêmê aloz nekiriye. Tevgera Azadî da zanîn ku PDK bicihkirina pîlanên dagirkeran, ezmûna Herêma Kurdistanê têk dibe. Tevgera Azadî bang li hemû aliyên siyasî kir da ku bi hevre li dijî pîlanên dagirkeran derkevin û yekitiya neteweyî pêkbînin.

Tevgera Azadî li navenda xwe ya bajarê Silêmaniyê, li ser rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê û bê helwestiya Hikûmeta Herêma Kurdistan ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, daxuyaniyek çapemeniyê da. Daxuyanî ji aliyê endamê Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî Nerîman Ehmed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Li gorî me PDK’ê ewlekarî, derûnî û jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê xerab kiriye. Ev partî diçe Bexda, Enqere û bi navê hikumetê peywendiyên xirab dike. Bazirganiya xak, nasname û destkeftiyan dike û pîlana dagirkeran bicihtîne. PDK bi piştgiriya bi leşkerên dijmin re dijberiya beşên din yên Kurdistanê jî dike. Bombebarankirina gund û çiyayên Kurdistanê, herwiha şehîdxistina bi dehan welatiyên sivîl, şewitandina jînge û xwezaya Kurdistanê tev encamên siyaseta PDK’ê ne. Dîsa beriya çend rojan hêzek taybet bi fermana Tirkiyeyê xistiye nava liv û tevgerê.

Em bang li xelkê welatparêz dikin da ku bi her awayî rê li ber şerek navxweyî bigrin. Em weke hêzek muxalefet ya li Herêma Kurdistanê û Iraqê, parastina ewlekariya vê herêmê weke erkek xwe dibînin. Her wiha hemû aliyên din jî berpirsyarê vê yekê ne.

Em bang li PDK’ê dikin

Em bang dikin ku PDK siyaseta xwe ber çavan re derbaz bike, vê pêngava li dijî çalakvan û azadîxwazên navxweyî û derveyî welat, bi taybet Hewlêr û Behdînan rake. Li dijî hêzên welatparêz û şoreşgeran zimanê dijber bikar neyne. Ji ber ku ev tenê zimanê Baas û dewleta faşîst a Tirke.

YNK

Gelê me bi hezaran şehîd ji bo Kurdistanek azad û demokrat da. Lê îro hêzek bi tena serê xwe Şengalê difiroşe. Bi tena serê xwe dîplomasiyê dike û li ser çarenûsa gelê Kurd bazirganiyê dike. Pere distîne û pîlanên dijmin bicihtîne. Ev jî lewaziya vê kabîneya polîsî derdixe berçavan. Divê YNK ji bo rawestandina vê siyasetê xwedî rol be û rola xwe bilîze. Divê hûn xeta neteweyî û demokratîk bigrin ber xwe. Divê YNK nebe şîrîkê kiryarên kirêt qet nebe wezîrên peywendîdar divê dev ji erka xwe berdin û xwe paş ve bikêşin. Ji ber ku hebûna we ya di vê kabînê de jî dibe cihê pirsyarê.

Tevgera Goran

Di sala 2009’an de welatiyên nerazî yên vî welatî, hûn kirin hêz û nûnerên xwe. Tevgera Goran li ser komek prensîbên girîng bawerî da gelê me. Lê îro hemû prensîb û daxwaza welatiyan hatiye binpêkirin. Gelo hûn razîne piştgiriyê bidin vê hikumeta şikestî?

Îro rewş ji hemû deman metirsîdartir e û em tev ji encama wê berpirs in. Em bi hêvî ne ku bi hevre rê li pêşiya şerê Kurd û Kurd bigrîn û yekîtiya netewî pêkbînin. SİLÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar