Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Rapora Girtîgeha Kampusa Tarsusê: Gef, lêdan, êrîş…

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) yên Mêrsînê û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan a Herêma Çukurova re (TUHAD-DER), der barê geşedanên li Girtîgehên Kampusa Tarsusê lêkolîn kirin û rapor amade kirin. ÎHD, OHD û TUHAD-DER’ê piştî rapor amade kirin li ÎHD’ê ya Mêrsînê bi raya giştî re parve kirin. Parlamenterê HDP’ê Ridvan Turan û rêveberên HDP’ê amade bûn.

Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Mêrsînê parêzer Gazî Încî, rapor aşkera kir û anî ziman ku 20 roj berê girtî Savaş Delî ji Girtîgeha Tîpa T1 a Tarsusê sirgûnî Tîpa T3 ya Tarsûsê kirine û dema sirgûn kirine jî li wî dane.

Încî da zanîn ku dema Delî sewq kirin û lê dan parsuyê wî şikestiye û rûyê wî mor û şîn bûye û bi bîr xist ku ligel aniye ziman li wî dane jî rapora derpkirinê nedane wî.

Di raporê de Încî diyar kir ku girtî Osman Uçar, Unal Gumuş û Îbrahîm Yîgît li Girtîgeha Tîpa T-3 ya Tarsûsê di yek hucreyê de têne girtin û wiha got: “Li girtîgehê îzolasyon û tecrîd didome. Hevdîtin û ragihandina girtiyan a ji derve hatiye qutkirin. Gef, lêdan û neheqiya li girtiyan tê kirin didome. Der barê kesên lêdanê dikin û gefan dixwin de lêpirsîna îdarî nayê kirin. Tenê daxuyanî û îfadeya rayedaran esas tê girtin. Girtiyê li Girtîgeha Tîpa T -3 a Tarsûsê Mehmet Akyuz nexweş e û divê bê dermankirin. Lê daxwaza wî ya revîrê bê bersîv tê hiştin.”

Çend pêşniyar

Încî ji bo çareseriyê pêşniyar parve kirin û wiha lê zêde kir: “Divê berî her tiştî dawî li muameleyên xerab bînin. Divê sewqên neheq, lêgerînên bê ûsûl, hêjmartina leşkerî bi dawî bibin. Divê rêya ragihandin û hevdîtinê bên vekirin. Divê mafê tenduristiyê bê dayîn. Divê xwarina paqij û bi qewt bê dayîn. Divê mafê çandî, spor û civakî bê dayîn. Divê girtiyên nexweş bêne dermankirin û berdan. Divê mafê mirovan bê parastin. Divê girtiyan sewqî girtîgehên nêzî malbatê wan bikin. Ji bo parastina mafê parastinê divê girtî li girtîgehên nêzî dadgehên xwe bên girtin. Divê dawî li îşkence û binpêkirina mafan bînin. Divê şert û mercên girtîgehê li gorî rûmet û mafên mirovan bên rastkirin.  Divê heyetên pispor ên serbixwe karibin bi hêzanî li hemû girtîgehan lêkolîn bikin û rapor amade bikin.” MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar