Li navçeya Seferîhîsar a Îzmîrê bi pileya 6,6 erd hejiya. Gelek avahî hilweşiyan û agahiyên ku kes mane di bin xirbeyan de hane.
Li gorî agahiyên li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêveberiya Afat û Rewşên Lezgîn (AFAD) hatin parvekirin, saet 14:51’an li Denîzlî ya Ege û seferîhîsar a Îzmîrê di kûrahiya 17 kêlometre jêra erdê bi pileya 6,6 erd hejiya ye.
Hate ragihandin ku di kûrahiya 16,54 kêlometre ya erdê de erdhej pêk hatiye.
Bi kêmanî 4 kes jî jiyana xwe ji dest dane.
Agahî hatin parvekirin ku piştî erdehjê li navçeyên Bornova û Bayrakli li hinek avahiyan ziyan derketine. Dîsa ji ber şikestin û derzên li hinek avahiyan welatî ji malan hatin veguhestin.
Li Taxa Manavkûyû ya Bayarakli li kolana 1593 di bin xirbeyên avahiyekê de 4 kes bi birîndarî hatine rizgarkirin.
AFAD’ê diyar kir ku nekevin malên ziyan ber ketine û rê ji wesayîtên alîkariyê re vala bikin. ÎZMÎR